Desteya Bilind biryara vekirina dibistanan da

Desteya Bilind biryara vekirina dibistanan da

Desteya Bilind a Kurd li Efrînê di çarçova amadekariyên vekirina dibistanan de biryar da ku koçberan ji dibistanan derxîne û wan li deverên din bicîh bike.

Di çarçova amadekariyên vekirina dibistanan de Desteya Bilind a Kurd daxuyaniyeke nivîskî weşand û destnîşan kir ku Desteyê biryar daye ku koçberan ji dibistanan derxîne û wan li deverên din bicîh bike.

Di daxuyaniya Desteya Bilind a Kurd de ev tişt hatin gotin: "Di encama şer û pevçûnên ku ev du salin li Sûriyê dewam dikin, gelek herêm û bajar hatin wêran kirin û welatî koçber bûn, vê rewşê bandora xwe li xebatên perwedeyê kiriye û bi hezaran xwendekar nikarin xwendina xwe dewam bikin."

Di daxuyaniya Desteya Bilind a Kurd de tê destnîşan kirin ku Meclisa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) û Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS), di bin banê DBK'ê biryar dane ku kar û barên vekirina dibistana destpê bikin, DBK'ê diyar kir ku wan derbarê mijarê de ev biryar girtine:

1- Koçber ji dibistanan bêne desrxistin û li deverên din bêne bicîh kirin.

2- Dibistan bêne amadekirin û pêdiviyên pêwîst ji bo destpê kirina sala nû ya xwendinê bêne peyda kirin.

3- Hemû welatî piştgiriya DBK'ê bikin û zarokan bişînin dibistanan.

DBK'ê di dawiya daxuyaniya xwe de hemû şagirtên ku ezmûnên xwe bi serkeftî derbas kirine pîroz kirin.