Desteya Bilind ji bo Serêkaniyê meşekê li dar dixe

Desteya Bilind ji bo Serêkaniyê meşekê li dar dixe

Desteya Bilind a Kurd (DBK) ji bo ku balê bikişîne ser lîstikên li ser Rojavayê Kurdistanê têne meşandin û bi mebesta piştgiriya bi berxwedana YPG'ê ya li Serêkaniyê re, dê sibe li Dirbêsiyê meşekê lidar bixe. 

Meş dê sibe, saet 12.00'dan de li Çerxerêya Dudiyan a li ser rêya Serêkaniyê bê lidarxistin. Ji bo meşa ku dê nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl jî tevlî bibin, Desteya Bilind banga tevlîbûnê li gel kir. Di meşa ku dê piştgiriya gelê Serêkaniyê bê nîşandan de, dê ji komên çekdar jî bê xwestin ku ji bajêr derkevin.