Desteya Bilind li Şêrawa alîkarî belav kir

Desteya Bilind li Şêrawa alîkarî belav kir

Lijneya Xizmetê ya Desteya Bilind a Kurd, li navçeya Şêrawa ya Efrînê alîkarî li welatiyan belav kir.

Alîkariya ku ji Bakûr û Başûrê Kurdistanê hatibûn şandin û gihîştine Efrînê ji aliyê Lijneya Xizmetê ya Desteya Bilind ve tên belavkirin. Lijneyê li navçeya Şêrawa ya Efrînê û gundên wê alîkarî li welatiyên ku pêdiviya wan pê hebû belav kirin. Alîkariyên hatibûn ji bilî navenda navçeyê li gundên Birc Ebdalo, Basuta, Qerzehîl, Eyndara, Berat, Kefrenbo, li gorî navên welatiyên feqîr ku ji berê de hatibûn diyarkirin hatin belavkirin.

Di nava alîkariyan de birinc, şekir, yax, şîrê zarokan û pêdiviyên din ên jiyanî hene.

Rayedarên lijneyê diyar kirin ku, wê alîkariyan li gundên din jî belav bikin.