Desteya Bilind li Silêmaniyê semîner da
Desteya Bilind li Silêmaniyê semîner da
Desteya Bilind li Silêmaniyê semîner da
Endamên Desteya Bilind ya Kurd duh serdana bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê kirin û di demjimêr 14:00’an de li Hotela Balasê li ser rewşa Rojava û civîna Cenevre-2 semînerek dan.
Duh endamên Desteya Bilind ya Kurd Îlham Ehmed, ji Rêveberiya PYD’ê Xerîb Hiso û Sekreterê Partiya Çep Mihmed Mûsa serdana bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê kirin. Di heman rojê de di demjimêr 14:00’an de li Hotela Balasê li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê û civîna Cenevre-2 semînerek dan.
Di semînerê de endamê Parlementoya Başûrê Kurdistanê Salar Mehmud û gelek mêvanên din jî amedebûn.
Di semînerê de endama rêveberiya Desteya Bilind Îlham Ehmed axivî û got: “ Rojhilata Navîn di nava veguherînên bingehîn de ye û helbet Sûrye jî di nava van guherînan de cihê xwe digre, ji lewma li Sûrye kîjan hêz bikaribe bi ser bikeve ew dikare li Rojhilata Navîn siyaseta xwe bide meşandi” û wiha pêde çû: “Li Sûrye hindek xet hatine diyarkirin. Xetên dewletên paşeverû ên ku di herêmê de bisalaye hertim hakîmbûye, ew ên herî zêde di nava berxwedanê de ne û nahêlin ku guhertin çêbibin.” Ehmed da diyarkirin ku; “Xetekjî ji derve de li ser herêmê êrîşan destpêdixe û dixwaze di hundir de bi xetek nû herêmê tenzîm bike, ew jî bi rengê îslamiye û weke baskekî derdikeve pêş”. Îlham Ehmed balkişand ser van xususan û got: “ Ya din jî xeta siyaseta demokratîke ku xwe ji aliyekî din de tekoşîn dike û li berxwe dide û bi şêwazekî tekoşîna xwe dide meşandinj. Lewma Sûrye niha qada şer a herî dijware. Kesên ku li ser Sûriyeyê hesab dikin û digotin, wê Sûriye di demeke nêz de zelal bibe ew hesab hemû vala hatin derxistin”.
Di heman demê de Sekreterê Partiya Çep ya Kurd Mihemed Musa da diyarkirin ku; “Gelê Kurd di dîrokê gelekî zulm û zordarî dîtiye, her wiha ger niha di qonaxa şoreşbûyînê de ye ew ji ber ked û xwîna ku daye ye. Gelê Kurd bi ked û tekoşîna ku daye, ji ber wê ye ku em pêngavên şoreşbûyînê jiyandikîn. Gelê Kurd ev bi xwîna ku rijandiye bûye hêvî û hêviya gelê Kurd li herçar parçeyên Kurdistanê.”
Rêveberê PYD’ê Xerîb Hiso jî axivî û da diyarkirin ku, “Em di qonaxeke gelekî girîng,hesas û nazik re derbas dibin. Lîstikên ku li ser me tên meşandin ez dikarim bêjim ku li ser Rojhilata Navîn nayên lîskandin û di xwazin bi van lîstikan me bikin destikê kêrê di Rojhilata Navîn de û me tune bikin.”
Di dawiyê de jî endamê parlementoya Başûrê Kurdistanê Salar Mehmûd ku beşdarî semînerê bû sipasiya xwe ji bo desteya bilind kir û got: “Em gelek kêfxweşin ku ev peyamên di derbarê şoreşa Rojava de, bi rêya desteya bilind digehe gelê me li Başurê Kurdistanê û got: “Ez weke endamê Parlementoya Başûrê Kurdistan Salar Mehmûd ez hêviyê zû bûyîna şoreşê ji bo gelê me ê Rojavayê Kurdistanê dixwazim û silav û rêzên xwe ji bo malbatên cangoriyên şoreşa Rojavayê Kurdistanê dişînim û bejna xwe li ber wan ditewînim.”
Di dawiyê de jî Salar Mehmûd bi vangotinan wiha dawî li axaftina xwe anî: “Şoreşa Rojava îro be an sibe be wê bi serbikeve û hêvîdarim hemû bi şeref beşdarî şoreşa Rojavayê Kurdistanê bibin û em bi xwe li herêmê Kurdistanê bi hemû hêza xwe alikariya gelê xwe ê Rojavayê Kurdistanê dikin.”