Desteya Bilind ya Kurd diçe Enqereyê
Desteya Bilind ya Kurd diçe Enqereyê
Desteya Bilind ya Kurd diçe Enqereyê
Şandek ya Desteya Bilind ya Kurd ku weke vîna siyasî ya gelê Rojavayê Kurdistanê tê pejirandin, ji bo hevdîtinê birayedarên Têkiliyên Derve ên Tirk re bike, çûn Tirkiyeyê. Şande dê li Enqereyê hevdîtinan bike.
Şandeya ku ji endamên Desteya Bilind ya Kurd Îlham Ehmed, Ebdulselam Ehmed, Mistefa Meşayîx û Mihemedê Mûsa pêktê, di demjimêrên nîvro de hatin ber deriyê sinor yê di navbera Bajarokê Şenyûrt ê ser binavçeya Qoser ya Mêrdînê Bakûrê Kurdistanê û bajarê Dirbêsiyê ê Rojavayê Kurdistanê.
Endamên şandeyê piştî karûbarên fermî, ber bi Mêrdînê ketin rê.
Şandeya ku dê ji Mêrdînê derbazî Amedê bibin, hate diyarkirin ku dê ji wir jî ji bo hinek hevdîtinan derbazî Enqereyê bibin. Şandeya ku dê li Enqereyê hevdîtinê birayedarên têkiliyên derve ên Tirk re bike, her wiha dê li gel hinek balyozên welatên Ewropayê re jî bicivin.