Desteya Rêveber a Meclisên138 gundên Amûdê hate hilbijartin
Desteya Rêveber a Meclisên138 gundên Amûdê hate hilbijartin
Desteya Rêveber a Meclisên138 gundên Amûdê hate hilbijartin
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi armanca hilbijartina Desteya Rêveber a meclisên gel ên gundê Amûdê civîn ji endamên meclîsan re lidarxist. Di civînê de Desteya Rêveber a Meclisên gundên Amûdê hate hilbijartin.
Civîn bi tevlîbûna nûnerên meclîsên 138 gundên Amûdê, li gundê Sinceqa Sedûn bi rêzgirtinê destpê kir. Di civînê de 300 endamên meclisên ku wekî 4 xetên rêxistinî bi navê Şehîd Xorşîd, Şehîd Kendal, Şehîd Hêlîn û Şehîd Lazgîn hatine binavkirin bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre Hevserokê Meclisa Gel a Rojavayê Kurdistanê Ebdulselam Ehmed axivî û bal kişand ser girîndgiya hilbijartina desteya rêveber a meclîsên herêmê di vê dema hesas de ku Rojava têre derbas dibe. Ehmed, got ku pêwîste gelê kurd di vê dema hesas de lêzê bidin xebatên xwe û ji bo hemû geşedanan amade bin.
Di civînê de Endamê desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Şahoz Hesen axivî û da zanîn ku hilbijartina desteya rêveber ji bo meclîsan di ware rêxististinê de pir girînge.
Piştî axaftinan Desteya Rêveber a Meclisên gundên Amûdê ji 31 kesî hate hilbijartin.Tê payîn ku di rojên pêş de Desteya Rêveber a Meclisa Bajarê Amûdê bê hilbijatin û piştre ji herdû meclîsan dê meclîsa herêma Amûdê bê hilbijatin.