'Destpêkê xistin rêzê, dûre gule reşandin'

'Destpêkê xistin rêzê, dûre gule reşandin'

Gundiyên Sitê yê navçeya Mêrdîn Mîdyayê, her rojên Duşemê ji bo tedarikkirina pêdiviyên xwe diçûn Mîdyadê. Rojeke Duşemê, 20'ê Nîsana 1992'an, mînîbusa gundiyên Sitê tê debûn, li qada Şikefta Mihikê ji aliyê leşker û cerdevanên Tinatê ve hat sekinandin.

25 gundiyên ji mînîbusê hatin daxistin, li kêleka hev hatin rêzkirin û di bin çavdêriya leşkeran de ji aliyê cerdevanan ve bi çekên giran hatin gulereşandin. Di encama vê êrîşê de 8 ji gundiyan jiyana xwe ji dest dan, yên din jî bi birîndarî filitîn.

Yek ji gundiyên ji komkujiyê bi birîndarê rizgar bû û lingekî xwe wenda kir Reşît Acar (64), tiştên hatin serê wan yekemcar anî ziman. Resît Acar ji ANF'ê re qala wê rojê kir û got, "Artêşa Tirk bi destê cerdevanên gundê Tinatê dihatin zor li me dikirin ku em jî bibin cerdevan. Lê belê me qebûl nekir ku li dijî gelê xwe şer bikin. Ji ber vê yekê, li hemberî me komkujiyeke bi vî rengî kirin."

Acar diyar kir ku cerdevanên komkujî kirine, piştî bi salan hatine darizandin lê cezayekî têrker li wan nehatiye birrîn û destnîşan kir ku berpirsyarê rastî Fermandarê Qereqola Jendermeyan a Tinatê Haydar Kurekçî ye, ku ew nehatiye darizandin. Acar anî ziman ku divê Kurekçî bê darizandin û cezayê heq dike, lê were birrîn.

‘DESTPÊKÊ EM XISTIN RÊZÊ’

Recît Acar bi van gotinan behsa wê rojê dike: "Her rojên Duşemên em ji gund li mînîbusê siwar dibûn û ji bo pêdiviyên xwe tedarik bikin diçûn navçeya Mîdyadê. Ew roja Duşemê jî ji bo me bi vî rengî destpê kir. Em li hev kom bûn û li mînîbusa gund siwar bûn. Li derketina gund, dema em gihaştin nuqteya Şikefta Mihikê, leşker û cerdevanên her çar aliyên me girtibûn, mînîbus sekinandin.

Di nava cerdevanên ku mînîbus rawestandin de, sercerdevan Cengîz Kaçmaz û cerdevan Ethem Seyhan jî hebûn ku em ew ji nêz ve nas dikirin. Sercerdevan Cengîz Kaçmaz ku timî bi me re bi Kurdî diaxivî, wê demê bi me re bi Kurdî nediaxivî. Me jî ji wî re bi Kurdî pirsî; 'Çi dibe, çima we mînîbus sekinandin' wî jî bi Tirkî got, 'Ne peyivin, têkevin rêzê.''

‘MEHMET ACAR GOT DEST NEDE KURÊ MIN, LÊ KESÎ GUH NEDAYÊ’

Acar da xuyakirin ku gundiyên ji mînîbusê hatin daxistin yek bi yek li kêleka hev hatin rêzkirin û got, "Êdî me fêm kiribûn ku ji bo kuştinê em xistine rêzê. Hecî Mehmed Acar ji sercerdevan Cengîz re got, "Qed nebe dest nedin kurê min" lê li wî guhdarî nekirin û kurê wî Abdulkadîr jî xistin rêzê."

‘BERIYA GULEREŞANDINÊ ÊŞKENCE’

Acar diyar kir ku beriya cerdevan guleyan li wan bireşînin, bi devê tivingê li wan didan û got, "Bi taybetî jî sercerdevan Ethem Seyhan, heta ku xwîn ji serê me bê, bêvila tivingê li serê me dixist.

‘DEMA EZ HATIM SER HIŞÊ XWE, LINGEKÎ MIN TINEBÛ’

Di dema êşkenceyê de heqaret li me dikirin. Digotin; 'We cerdevanî qebûl nekirin, niha jî hûnê vê yekê bi canê xwe bidin.' Dûre dest bi gulereşandinê kirin. Hingî ez ji ser hişê xwe çûbûm, dema min çavên xwe li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê vekir, min fêm kir ku lingekî min tineye, li ser û zikê min birîn hene."

‘6 JE JI HEMAN MALBATÊ 8 GUNDIYAN JIYANA XWE JI DEST DAN’

Resît Acar da zanîn ku di bûyerê de, yên li hemberî zexta cerdevanbûyînê herî zêde li ber xwe dan Hecî Mehmed Acak (65) kurê wî Abdulkadîr Acar (27) û xizmên wan Suleyman Acar (33), Mehmed Emîn Acar, Îsmet Acar, Sabrî Acar (45) û gundî Mehmet Agirman û Hasan Akay li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dan. Acar da xuyakirin ku li gel wî gelek kes jî birîndar bûne û li hin cihên bedena wan xisarên mayînde rû dane.

‘ÊŞÊN MIN QET NESEKINÎN’

Reşît Acar ragihand ku piştî wê komkujiyê, jiyan li wî herimiye û got, "Êşên min ên fîzîkî neqediyane, hînê dema xwe dilivînim, zehmetiyan dikşînim. Bandora manewî ya bûyerê li ser min kiriye jî, roj bi roj giran dibe. Ew nikarim wê rojê ji bîr bikim, min gelek xizmên xwe wenda kir. Nikarim wan ji bîr bikim."

‘KOMKUJÎ BI FERMANA FERMANDARÊ QEREQOLÊ HAT KIRIN’

Acar bibîr xist ku piştî komkujiyê hin cerdevan hatine darizandin û cezayê sivik (heneko) li wan hatiye birîn û got, "Berpirsyarê rastî yê bûyerê, Fermandarê Qereqola Jendermeyan a Gundê Tinatê ye. Sercerdevan Cengîz Kaçmaz û cerdevan Ethem Seyhan, di pêkanîna komkujiyê de rola sereke lîstin. Lê yê ferman da, fermandarê qereqolê yê hingî Haydar Kurekçî ye."

Acar xwest Haydar Kurekçî tavilê bê darizandin û cezayê herî giran lê were birîn û got, "Divê cerdevanên komkujî kirine jî ji nû ve bên darizandin."

‘BILA CERDEVAN DEST JI ÇEKÊ BERDIN Û LÊBORÎNÊ JI GELÊ KURD BIXWAZIN’

Reşîd Acar bang li cerdevanan kir ku dest ji çekê berdin û ji gelê Kurd 'lêborînê' bixwazin û got, "Li dijî gelê xwe, we heta niha li refên dewletê cih girtin. Niha ji vê rêya şaş vegerin û nebin hevkarê vî şerê qirêj ê dewletê."

‘EGER AKP ÇARESERIYÊ DIXWAZE, BILA CERDEVANIYÊ JI HOLÊ RAKE’

Acar xwest, ji pêvajoya çareseriya demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re nêzîkatiyeke ji dil bê nîşandan, komkujiyên li Kurdistanê bên ronîkirin û kujer bên cezakirin. Acar got, "Eger AKP çareseriyê dixwaze, gava destpêkê ya divê biavêje, rakirina sîstema cerdevaniyê ye."