Destûr nayê dayîn Kurdên Rojava derbasî Rojava bibin

Destûr nayê dayîn Kurdên Rojava derbasî Rojava bibin

Nêzî 2 hezar Rojavayiyên ku Herêma Federal a Kurdistanê xwestine derbasî Rojava bibin ji aliyê rayedarên Herêmê ve hatine astengkirin û nahêlin derbas bibin.

Îro nêzî 2 hezar Rojavayiyên ku ji Herêma Federal a Kurdistanê xwestine derbasî Rojava bibin ji aliyê rayedarên herêmê ve tevî ku nasnameyên wan jî hene, hatine rawestandin û tenê destûra 200 kesî hatiye dayîn.

Mihemed Bedrî yê ji Rojava ragihand ku ji serê sibê ve nêzî 2 hezar Rojavayiyên xwestine derbasî Rojava bibin li herêma sînor a Sahela hatine rawestandin û tenê destûr dane 200 kes derbas bibin û wiha domand: “Armanca me ev e ku em biçin Rojavayê Kurdistanê. Lê belê destûr nadin. Em dizanin bê mebesta wan çi ye.”

Li gorî agahiyên rayedarên Deriyê Sînor ê Sêmalka îro 200 kes di deriyê Sînor ê Sêmalka re derbas bûn. Her wiha hat gotin ku ji ber deriyê Sahela girtiye destûr nadin ku Rojavayî derbas bibin. Hat ragihandin ku gel hîn jî li bendê ye destûra derbasbûnê ji wan re bê dayîn.