Destûra çûyîna Îmraliyê ji malbatan re nehat dayîn!
Destûra çûyîna Îmraliyê ji malbatan re nehat dayîn!
Destûra çûyîna Îmraliyê ji malbatan re nehat dayîn!
Malbatên Cûmalî Karsû û Şeyhmûs Poyraz ên li Girtîgeha Tîpa F ya Îmraliyê tên ragirtin, ji bo xizmên xwe bibînin serlêdana çûyîna Îmraliyê kirin, lê belê bi hinceta "keştî xerabe ye" destûra çûyînê nehat dayîn.
Ji malbatên girtiyan wasiya Cûmalî Karsû Pervîn Odûncû û xwişka Şeymûs Poyraz Felek Cizlamaz û keça wî Nalan Poyraz, ji bo biçin Girava Îmraliyê serlêdan kirin. Malbat li bendê bûn ku roja Duşemê biçin Îmraliyê lê belê bi hinceta "keştî xerabe" ye bersiveke neyînî ji wan re hat dayîn.