'Destûra fermî' vê carê bû asteng ji bo hevdîtina Ocalan
'Destûra fermî' vê carê bû asteng ji bo hevdîtina Ocalan
'Destûra fermî' vê carê bû asteng ji bo hevdîtina Ocalan
Serlêdana parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo hevdîtina bi Ocalan re vê hefteyê bi hinceta destûra fermî ye rastî astengiyê hat û hat redkirin.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rêzan Sarica, Cengîz Yureklî, Mazlum Dinç û Suna Yureklî, bi boneya bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtina hefteyî ku 2 sal û mehek e pêk neanîne pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Lê rayedarên dewletê vê carê bi hinceta destûra hefteyî heye, destûr nedan ku parêzer biçin Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevditin pêk bînin.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan herî dawî di 27'ê Tîrmeha 2011'an de bi Ocalan re hevdîtin pêk anîbûn û 2 sal û 32 rojin bi hinceta keştî xerabe ye, muxalefeta hewayê heye û hincetên cuda nikarin biçin Îmraliyê.