Hat ragihandin ku, ji dawiya sala 2010’an vir ve pereyê super dewlemendên di tevahî cîhanê de “Di bûheşta baca xwe de veşartîn” gihaye 21 trilyon dolarî.
Rapora ku ji aliyê pisporê aboriyê James Henry yê ji aliyê destgaya Girêdana Edaleta Bacê ve hatî erkdar kirin ku li dijî bûheşta bacan û jib o di fînansa navnetewî de zelalbûn çêbibe tekoşînê dide. Di raporê de hate diyarkirin ku, di bûheşta baca super dewlemendên cîhanê de 21 trilyon dolar tê veşartin.
Ev hêjmara astronomîk di meznahiya aboriya DYA û Japonyayê de ye. Rapora ku James Henry pesartî daneyên Banka Hebûnên Navneteweyî, Fonê Pere yê Navneteweyî, Banka Cîhanê û hinek hikumetan, jimar ji vê yekê pir zêdetire dibe ku heya 32 trilyon dolaran biçe.
Lêgerîn hesabên razemenî û bankeyên welatan ku weke bûheşta baca tê zanîn digire nava xwe. Jimarên mijara gotinê emlak û yatan nagire nava xwe.