' Dewlet bi pêkhateya ekolojiya herêmê dilîze’
' Dewlet bi pêkhateya ekolojiya herêmê dilîze’
' Dewlet bi pêkhateya ekolojiya herêmê dilîze’
Endamê Meclîsa Daîmî ya KCD’ê Osman Ozçelik di Kongreya Tenduristiyê de ku axivî anî ziman ku tenduristî ne tenê têkildarî bedena mirov e di heman demê de ruh û xakê jî digire nav xwe û wiha got, “Dewlet bi pêkhateya ekolojiya herêmê dilîze û tê xwestin ku herêm bêtenduristî bê hiştin.”
Kongreya Tenduristiyê ya Kurdistan ku ji aliyê Komîteya Tertîp a Kongreya Tenduristiyê ya Kurdistanê ve tê lidarxistin û bi malovaniya Meclîsa Tenduristiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) pêk tê berdewam dike. Ji Rojava, Herêma Federal a Kurdistanê û ji bajarên herêmê 111 delege beşdarî kongreyê bûne. Ji Îranê 10, ji Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem 10, ji Rojava 9 û ji Ewropa 10 delege ku dihat payîn beşdarî kongreyê bibin ji ber astengiyan beşdar nebûn.
Di kongreyê de Parlamentera Êlihê ya BDP’ê Ayla Akat Ata, Serokwekîlê Şaredarê Êlihê Serhat Temel, Serokê Giştî yê SES’ê Çetîn Eroglu, nûnerên Saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî, nûnerên Odeya Tabîb û Eczaciyan jî di nav de 250 kedkarên tenduristiyê jî beşdarî kongreyê bûn. Kongre bi sirûda "Ey Raqip" re bi deqiqeyek rêzgirtinê destpê kir. Paşê ji bo dîvanê ku 5 kes hatin hilbijartin Serokê Dîvana Kongreyê û endamê Desteya Rêveber a Meclîsa SES’ê Sidik Akin da xuyakirin ku divê ji bo azadiya gelê kurd ê bi salan ê bi salane têdikoşe yekîtî pêk bê.
'DEMA EM YEKÎTIYÊ AVA BIKIN EM Ê AZAD BIBIN’
Piştî Akin, Parlamentera Êlihê ya BDP’ê Ayla Akat Ata jî got, "Em der barê tenduristî, çand, siyaset û huqûqê de konferansên xwe li dar dixin. Dewlet di nav wê meraqê de ye bê em çima kongreyên xwe lidardixin û hewl dide asteng bike. Ji bo kongreya neteweyî asteng bike ya ji destê wê tê dike. Lê divê vê zanîbe ku em ê kongreya xwe li dar bixin.”
'DIVÊ GELÊ ME TIŞTÊN KU KÊM DIBÎNE REXNE BIKE'
Ata wiha dirêjî da axaftina xwe, “Divê gelê me tiştên ku kêm dibîne rexne bike. Pêwîst e em felsefeya Birêz Abdullah Ocalan a “Civaka Ekolojîk û Xwezayî” bixin pratîkê.”
Endamê Meclîsa Daîmî ya KCD’ê Osman Ozçelîk jî piştî axaftina Ata ku axivî diyar kir ku di qada tenduristiyê de rojên dîrokê dijîn û anî ziman ku tenduristî ne tenê têkildarî bedena mirov e di heman demê de ruh û xakê jî digire nav xwe û wiha got, “Dewlet bi pêkhateya ekolojiya herêmê dilîze û tê xwestin ku herêm bêtenduristî bê hiştin.”
Piştî axaftinên hatin kirin peyama delegeyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem (Mexmûr) ku ji ber astengiyan nikarîbûn beşdar bibin hat xwendin. Di peyamê de hat gotin ku divê di kongreyê de rewşa tenduristiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mijara herî esasî be.