Dewlet cerdevaniyê li ser gel dide ferz kirin
Dewlet cerdevaniyê li ser gel dide ferz kirin
Dewlet cerdevaniyê li ser gel dide ferz kirin
Dewlet cerdevaniyê li ser gel dide ferz kirin. Niha jî li navçeya Basa ya Şirnexê kadroya 23 cerdenan şand gundan.
Li Tirkiyeyê ku pergala cerdevaniyê destpêkê li navçeya Dihê ya Sêrtê di sala 1985'an de bi 4 cerdavanan li dijî PKK'ê dan destpê kirin. Ji bo ku dewlet kurdan li hemberî kurdan bide kuştin bi zora leşkerî û çekan bi hezaran welatiyên gundan kirin cerdevan û bi gefa "em dê xaniyê we bişewitînin, we bikujin" kirin cerdevan. Her çend kurd ji vê pergalê bêzar û nerazî bin, dewlet bela xwe ji wan venake û cerdevaniyê li ser wan ferz dike. Bi 100 hezaran welatiyên ku ev pergal qebûl nekirin, ji ser axa xwe bar kirin û xaniyê wan hat şewitandin. Niha ji hikûmetê 23 kadroyên din şandin navçeya Basa ya Şirnexê û dixwaze dîsa welatiyan bîne rûqalî hev. Hat zanîn ku jê 11 jin bi tevahî 23 şandine navçeyê.
Li gorî agahiyên ku Wezîrê Navxweyî yê Tirk yê berê Îdrîs Naîm Şahîn dan, li bajarên kurdan 45 hezar û 181 kes cerdevan hene û cerdevan mehê 761 TL pere distînin.
Piştî PKK'ê li herêmê şerê çekdarî da destpêkirin, dewletê di sala 1985’an pergala cerdevaniyê pêş xist û hêj ev pergal didome. Cerdevanên ku ji bo li hemberî PKK’ê şer bikin hatin peywirdarkirin heta niha tevlî gelek bûyerên derzagonî bûn. Ji wan 5 hezar kes karên derzagonî kirine (dizî, tecawiz, qaçaxî) û 853 kes hatine girtin. Heta niha 15 hezar û 784 cerdevan jî teqawit bûne.