Dewlet ji eksa xwe ya li dijî Waniyan venagere
Dewlet ji eksa xwe ya li dijî Waniyan venagere
Dewlet ji eksa xwe ya li dijî Waniyan venagere
Parlamenterê BDP'ê yê Wanê Ozdal Uçer û heyetek ji nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, der barê rewşa erdhejzedeyên ji ber qutbûna av û elektrîka li wargeha konteynirê zêdeyî 100 roj in di greva birçîbûnê de ne, bi Waliyê Wanê Aydin Nezîh Dogan re hevdîtin kirin, lê belê encamek erênî ji hevdîtinê derneket.
Erdejzedeyên ku li dû erdheja Wanê ya 23'ê Cotmeh û 9'ê Mijdara 2011'an de li konteynirên demborî hatin bicihkirin, bi hinceta guhdarî li banga Walîtiya Wanê ya ji bo valakirina wargeha konteyniran nekirine di meha Tebaxê de elektrîk û av li ser wan hat birîn û bi giranbûna şert û mercên zivistanê re hewl didin pirsgirêkên xwe çareser bikin. Herî dawî heyetek ji Parlamenterê BDP'ê yê Wanê Ozdal Uçer, Alîkarê Hevserokên BDP'ê yên Wanê Azîm Yacan, Serokê Mazlûm-Der Şaxê Wanê Yakûp Aslan, Serokê ÎHD Şaxê Wanê Hamdî Bayhan, ji Desteya Koordînasyona Bajêr a TMMOB'ê Şemsettîn Bakir, Aktîvîsta Komeleya Jinê ya Wanê (VAKAD) Zozan Ozgokçe û Berdevkê Demî yê KESK'ê Mehmet Aydemîr, piştî ku roja Yekşemê bi erdhejzedeyan re hevdîtin kir, duh li meqama wî çû serdana Waliyê Wanê Aydin Nezîh Dogan û ji bo çareseriya pirsgirêkên erdhejzedeyan nêrînên xwe ragihand.
"ME DAXWAZÊN ERDHEJZEDEYAN JI WALÎ RE RAGIHANDIN"
Li dû hevdîtineke nêzî 3 saetan Uçer û heyeta pê re daxuyaniyek da çapemeniyê. Parlamenterê BDP'ê yê Wanê Ozdal Uçer anî ziman ku bi rûdana şert û mercên giran ên zivistanê re wan bi rêxistinên civakî yên sivîl re însiyatîfek ji bo erdhejzedeyên li wargeha konteynirê dijîn, ava kirine. Uçer diyar kir ku wan daxwazên erdhejzedeyan ji Waliyê Wanê Aydin Nezîh Dogan re ragihandine, lê belê Walî Dogan ji helwesta xwe ya beriya niha venegeriyaye. Uçer got, "Walî helwesta xwe ya li dijî erdhejzedeyan dewam dike. Dibêje ew dikare alîkariya kirê û civakî bide wan. Li gel vê anî ziman ku ji bo çêkirina avahiyên civakî li wezareta pêwendîdar ew ketine nava hewldanan. Ji bo daxwaza dayîna elektrîkê ji bo wargeha konteynirê jî got 'Em nikarin elektrîkê bidin wê derê. Ev ne di însiyatîfa me de ye' û ev daxwaz red kir. Tiştên ku Walî Dogan ji me re got, emê biçin ji erdhejzedeyan re bêjin. Ji bo çareseriya pirsgirêkê çi ji destê me were, emê bikin. Niha mirov mexdûr in û zêde dema me nîne."
Waliyê Wanê Aydin Nezîh Dogan jî der barê mijarê de ti daxuyanî neda.