Dewlet rê nade ku girtiyên nexweş tedawiya pêwîst bibînin

Dewlet rê nade ku girtiyên nexweş tedawiya pêwîst bibînin

Girtiyê nexweş Behlul Kirmizigul ê 54 salî ku di Girtîgeha Tîpa F ya Wanê de tê ragirtin, bi nameyekê rewşa xwe ragihand û xwest ku ji bo baştir bê dermankirin, were berdan.

Di girtîgehên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de pirsgirêkên girtiyên nexweş her roj girantir dibin. Niha di girtîgehan de zêdetirê 400 girtiyên nexweş, li bendê ne ku ji bo bên dermankirin, serbest werin berdan. Lê ne çalakiyên ji bo wan tên kirin, ne jî îmzeyên hatine berhevkirin, bala rayedaran nakişîne.

Girtiyê nexweş Behlul Kirmizigul ê 54 salî ku di Girtîgeha Tîpa F ya Wanê de tê ragirtin, têkildarî rewşa xwe de ji TUYAD-DER'ê ya Wanê re nameyek şand. Kirmizigul di nameya xwe de diyar kir ku nexweşiyên wekî diltengî û xitimîna demaran pê re heye. Kirmizigul, di nameyê de destnîşan dike ku di dema şandina nexweşxaneyan de jî ew baş nayê dermankirin û dermanê didin wî, lê nayên. Kirmizigul diyar kir ku ji ber van dermanan niha rewşa wî gelek xerab bûye. Kirmizigul, herî dawî diyar kir ku nikare bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne û xwest ku ji bo baştir bê dermankirin, were berdan.