Dewlet salên 90’î li Fîskaya yê dide jiyîn!

Dewlet salên 90’î li Fîskaya yê dide jiyîn!

Taxa Fîskaya ya Amedê ku her tim bi bûyerên civakî behsa navê xwe dike, piraniya wan di salên 90’î de ji ber zilma dewletê ji gundên xwe koçî wê derê kirine.

Taxa Fîskaya yê bi dirûşmeya ‘Fîskaya serhildane, ji Serokatî re silave’ re bûye remz. Li Fîskaya yê ji 7 salî û heta 70’ê salî her kes di nava bûyerên civakî de cihên xwe digirin.

Niştecihên vê taxê bi taybetî jî rêya ku Zanîngeha Dîcleyê û navenda Amedê bi hev re girê dide, digirin û bertekên xwe jî bi vî awayî ji dewletê re didin nîşandin.

Di bûyerên civakî de, polîs bi dehan maşîneyên zirxî, ava şid, guleyên plastîk diçe ser niştecihên taxê, lê dîsa  jî nikare bi ciwanên berxwedêrên taxê û niştecihên taxê. Lê di van demên dawî de diyare ku dewlet bi pêkanînên taybet li ser Fîskaya yê pêk tîne. Dema li taxê buyerek dernekeve jî polîs maşîneyên zirxî li kolanê dike rêzê û li ser niştecihên taxê şerê derûnî dide meşandin. Polîs bi maşîneyên zirxî dikeve taxan û kontrola nasnameyên niştecîhan dike. Herî dawî di 13’ê cotmehê de polîs bi maşîneyên xwe yên zirxî taxê dorpeç kiriye û ev yek jî bi dîmenan xwe dide xuyakirin.

RONAHIYA MALÇOK

Li Fîskaya yê ku kevnoşopiya salên 90’î tê berdewamkirin de, Mustafa Malçokê 17 salî di sala 2011’an de li dijî komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber çemê Dîcleyê bedena xwe da ber agir. Ligel bedena Malçok nameyek ku ‘Dê bedenên me 15’ê Sibatê ronî bike’ hatibû dîtin. Ji wê rojê de ye niştecihên Fîskaya yê di riya ku Malçok ronî kiriye de dimeşin.