Dewleta Tirk 'çareseriyê' bombe dike

Dewleta Tirk 'çareseriyê' bombe dike

Di demek de ku hevdîtinên aşitiyê yên di navbera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rayedarên Tirk de  berdewam dikin û hêviyê çareseriyê mezin dibin, Herêmên Parstinê yên Medyayê her roj tên bombebarankirin. Di encama êrîşên hewayî yên ku 2 mehên destpêkê yên sala 2013 pêk hatin de 13 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan. Cîwarên sivîlan jî ziyan dîtin.

Sala 2012 bû sala herî dijwar a pevçûnan. Di vê salê de 320 operasyonên bejahî û 324 operasyonên hewayî pêk hatin. Ev operasyon di sala 2013 jî berdewam kir. Di encama operasyona leşkerî ya ku 31’ê berfanbara 2012 de li navçeya Licê ya Amedê pêk hat de tevî Endamê Konseya Leşkerî ya HPG’ê Ertem Karabulut, 10 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan.

Piştî hefteyekê, ango 7’ê çileya 2013 li navçeya Çelê ya Colemêrgê 14 gerîlayan HPG’ê jiyana xwe ji dest dan.

Di vê demê Hevserokê KCD’ê Ahmet Turk û Parlementera BDP’ê ya Êlihê Ayla Akat Ata çûn Îmraliyê û rayedarên Tirk behsa “çareseriyê” kirin. Lê operasyonên leşkerî ne tenê li Bakûrê Kurdistanê pêk hatin, li dijî Başûrê Kurdistanê jî dijwar bûn.

LI 4 HERÊMÊN CÛDA 7 GERÎLAYAN JIYANA XWE JI DEST DAN

Balafirên şer ên artêşa Tirk gundên Zergele û Enzê yê Qendîlê, herêmê Avaşîn û Basya yên Zagrosê, gundên Şêranê û Zewkê yên Garê û gundê Sîda yê Zapê bombebaran kirin.

Di encama operasyonên berfireh û dijwar de gerîlayên HPG’ê yê bi navê; Selam Şadır (Afat Întîqam), Cebrail Olmez (Dijwar Colemêrg), Erdal Şalo (Koçer Zozan), Lokman Goktaş (Zana Qoser), Muhammed Elver (Zerdeşt Tolhildan), Şaxawan Miradî (Erdal Ciwan), Ozkan Buzak (Brusk Dorşin) jiyana xwe ji dest dan.

Di encama êrîşan de herêmên sivîlan ziyanek mezin girtin. Li gundê Silê jî 6 xanî bi temanî hilweşiyan.

CARA YEKEMÎN TÊ BIKARANÎN

Li gorî çavkaniyên fermî yên dewleta Tirk, di bombebaranê de cara yekemîn “bombeyên Beton Delîcî (yên betonê kûn dikin) hatin bikaranîn.

Roja 25’ê sibatê Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan behsa “vekişîna gerîlayan” ji Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê dikir, lê di heman rojê de li Gevera Colemêrg, hêmera Besta ya Şirnexê, navçeya Şemzînan a Colemêrgê, li Mûş, Pasûr û Farqîna Amedê operasyonên leşkerî hebûn.

GERÎLAYAN HER ROJ TÊN BOMBEBARANKIRIN

Li aliyekê li Bakûrê Kurdistanê amadekariya operasyonên berfireh tê kirin, li aliyeke din jî hema bêje her roj Herêmên Parastinê yên Medyayê yên di bin kontrola gerîlayan de tên bombebarakirin. Bîlançoya meha sibatê ya ku ji aliyê Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê hatiye aşkerekirin wiha ye:

3 SIBAT: Di 3’ê sibatê de saet di 01.15’an de qadên Xeregol û Şehîd Kerwan ku di nava sînorê herêma Zapê ya girêdayê Herêmên Parastinê yên Medyayê ye ji aliyê artêşa tirk a dagirkerve bê navber bi obus û topên hawanê tên bomberankirin.

8 SIBAT: Di 8’ê Sibatê de di navbera saet 16.00-17.00 li Herêmên Parastinê yên Medyayê Medyayê di nava sînorên herêma Qendîlê ve ye, li dijî Gundê Zergelê ji aliyê artêşa dagirker a tirk ve bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin. di encama îrîşa hewayî de gelek zirar gehştiye zevî û baxçeyên gundîyan, û Navenda Ciwanan ya ji aliyê gundiyan ve hatiye sazkirin hatiye hedef girtin.

9-10 SIBAT: di navbera saet 23.00-01.00 li Herêmên Parastinê yên Medyayê di nava sînorên herêma Zapê, li dijî herêma Şikefta Birîndara û Kuro Jaro ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.

13 SIBAT: Di navbera saet 17.00-18.00 li Herêmên Parastinê yên Medyayê di nava sînorên herêma Heftenînê de, li dijî herêma Gundê Şeraniş û Keşan û Geliyê Şehîd Ayhan ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.

18 SIBAT: Saet 17.30 00 li Herêmên Parastinê yên Medyayê di nava sînorên herêma Zap'ê de, li dijî herêma Çiyayê Reş ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.

20 SIBAT: Di 20’ê Sibatê de di navbera saet 20.00-21.00 li Herêmên Parastinê yên Medyayê Medyayê di nava sînorên herêma Qendîlê de ye, li dijî Gundê Lewcê û derdora wê ji aliyê artêşa dagirker a tirk ve bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.

22 SIBAT: Di roja 22’ê sibatê de bi tevhayiya rojê de li dijî Çiyayê Cudî ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi bi hewan û obusan hatiye bombekirin.

Heman rojê, bi tevhayiya rojê bi navber, li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê di nava sînorên herêma Zap'ê de, herêma Cîloya Biçûk ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.

DI ÊRÎŞA 13 DEMJIMÊRAN BERDEWAM KIR DE 4 GERÎLAYAN JIYANA XWE JI DEST DAN

Êrîşa herî berfireh û dijwar a hewayî ya li ser herêmên gerîlayan roja 26’ê sibatê pêk hat. Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê ragihand ku herêmên Parastinê yên Medyayê sê caran hatin bomebarankirin.

Di encama bombebarana bi qasî 13 demjimêran li Qendîl û Zapê berdewam kir de 4 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan.

‘GER OPERASYON BIDOMIN DÊ OPERASYONÊN GERÎLAYAN JÎ BIDOMIN

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Dûran Kalkan di hevpeynek dabû ANF’ê de diyar kir ku heta operasyonên artêşa Tirk berdewam bikin, dê operasyonên gerîlayan jî berdewam bikin.

Kalkan ku got: “Ger operasyonên leşkerî bidomin, dê operasyonên gerîlayan jî bidomin” diyar kir: "Lê yên ku dixwazin şer raweste divê helwesta xwe ya li hemberî vê yekê nîşan bidin; divê projeyeke çareseriyê hebe. Ez vê nabêjim bila hema bi projeya çareseriyê ve bên û çareserî bi agirbestê re bê, lê divê meylek a çareseriyê hebe, nêzîkatiyek a çareseriyê hebe.”