Dewleta Tirk li Efrînê dîsa dest bi çêkirina dîwarê şermê kir

Dewleta Tirk li Efrînê dîsa dest bi çêkirina dîwarê şermê kir

Dewleta Tirkiyê careke din ji gundê Şîltehtê ya navçeya Şera ya Efrînê dest bi çêkirina dîwarê şermê kir.

Dewleta Tirkiyê ku di encama berxwedana gelê kurd li Bakur û Rojavayê Kurdistanê de, her wiha grava birçîbûnê ku Seroka Şaredariya Nisêbînê Ayşe Gokkan dabû destpêkirin, çêkirina dîwarê şermê sekinand bû.

Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku hikûmeta Tirkiyê careke din ji gundê Şîltehtê ya navçeya Şera ya Efrînê dest bi çêkirina dîwarê şermê kir.

Tirkiyê ji li herêma Efrînê ji gundê Îkidam a navçeya Şera ya Efrînê dest bi dîwarê şermê kiribû.

Tirkiyê bi armanca qutkirina gelê kurd li Rojava û Bakurê Kurdistanê ji bajarê Serêkaniyê yê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê dest bi çêkirina dîwarê şermê kiribû. Piştre li herêmên Efrîn, Dirbêsiyê û Qamişlo jî dest bi çêkirina dîwar kir.