Dewleta Tirk û Îran xwe li ser sînor bicih dike
Dewleta Tirk û Îran xwe li ser sînor bicih dike
Dewleta Tirk û Îran xwe li ser sînor bicih dike
Li ser sînorên Rojhilatê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê qereqolên nû tên çêkirin. Ji sînoran re sewqiyata leşkerî berdewam dike û li herêmên di sala 2012'an de di bin kontrola HPG'ê de mayîn jî tên bomebarankirin.
Li ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê tevgera leşkerî berdewam dike. Bi taybet li sînorê Rojhilatê Kurdistanê dewletên Tirk û Îranê li hemberî hev qereqolan û quleyan çêdikin. Di nava 6 mehên dawî de qereqolên li herêma Bajêrgehê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin bihêz kirin û qereqolên nû tên çêkirin. Qereqola Hudut a Sînor ya li bajaroka Bajêrgehê ya navçeya Geverê avahiyên nû lê tên çêkirin û bi sewqiyata leşker û tangan asta wê kirin tabûr. Ligel li tabûrê hejmara leşkeran zêdeye nêzî hezar û 500 leşkerên din hatin sewqkirin. Li heman herêmê Qereqolekî Gumrukê jî tê çêkirin.
Li qereqolên Kokep, Şahî, Perîhan û Kotolê yên li sînorê Rojhilatê Kurdistanê jî sewqiyata leşker, tangan tê kirin û xebatên qereqolên nû tên kirin. Îran jî li hemberî van qereqolên Tirkiyeyê qereqolên nû çêdike. Bi taybet li herêmên Alusan, Siro, Xanîk, Guleşêxan, Erbîlan û Şehîdan qereqolên heyî ji aliyê Îranê ve tên bihêzkirin. Tê gotin ku ji aliyê Îranê ve li wan qereqolan cerdevan tên bicihkirin. Li sînor têlên dirî tên raçandin û temîra dîwarên beton tê kirin. Qaçaxçîtiya di navbera her du welatan de ya li ser sînor li ber xilasbûnê ye. Bazirganiya gumrukê ji di bin înîsiyatîfa leşker de ye.
LI QEREQOLÊN ŞITAZIN Û OREMARÊ MOBESE TÊN DANÎN
Ji qereqolên Şitazin û Oremarê re jî sewqiyata leşkerî û tangan tê kirin. Li Qereqola Şitazin xebatên kolandina çeper, dîrekên mobesa û raçandina têlên dirî berdewam dike. Ji girên stratejîk ên Kûrê Guhijkî û Binê Çeko rê tên çêkirin. Hate zanîn ku, di xebatan de piranî cerdevan 24 kes dixebitin. Hate îdîakirin ku, rayedarên leşkeran ji gundiyan re gotin, "Ji we re bû derfeta kar werin li qereqolê bixebitin" Hate zanîn ku, li Tabûra Oremarê jî li girên stratejîk baregehên nû tên avakirin û xebatên çêkirina rê tên kirin. Ligel vê yekê ji taburê ber bi qadên gerîlayan ve topbaran pêk tê. Li herêmên Şitazin û Oremarê demên dawî de tevgera Heronan pêk tê.
ÇIYAYÊ GOMAN TÊ BOMBEBARANKIRIN
Hate ragihandin ku, ji Girê Gewriya Zînê re yê di 23'ê tîrmeha 2012'an de ji aliyê HPG'ê ve pevçûna "Kontrola qadê" lê daye destpêkirin gelek leşker û çekên giran hatin sewqkirin.
Leşkerên li çiyayê Goman hatin bicihkirin herêma Gorîmêzgevtan bombebaran dike. Li herêmê tevgera Heronan jî berdewam dike