Dewleta Tirkiyê dîwarê şermê li Efrînê jî çêdike

Dewleta Tirkiyê dîwarê şermê li Efrînê jî çêdike

Dewleta Tirkiyê piştî Serêkaniyê û Qamişlo li Efrîn jî dest bi çêkirina dîwarê şermê kir.

Dewleta Tirkiyê ku li Serêkaniyê dest bi çêkirina dîwarê bilin ê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê kiribû, di navbera Qamişlo û Nisêbînê de dewam dikir. Vê carê jî li herêma Efrînê li gundê Ekîdma ya Efrînê dest bi danîna dîwarê şermê kir. Bi vê yekê hikûmeta Tirkiyê dixwaze ku gelê kurd li Rojava û Bakurê Kurdistanê bi temamî ji hev qut bike.

Li gorî ku ji here hatiye ragihandin hikûmeta Tirkiyê gelek leşker anîne ser sînor da ku parastina karkerên ku dîwarê şermê çêdikin, bikin.