'Dewletê kurê min qetil kir, niha jî me ceza dike'
'Dewletê kurê min qetil kir, niha jî me ceza dike'
'Dewletê kurê min qetil kir, niha jî me ceza dike'
Bi sedema ku gerîlayê HPG'ê Abdî Yilmaz ê di sala 2006'an de li navçeya Mêrdîn Mahsertê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da, di sala 2004'an de di çalakiyeke li dijî qereqola Yenîşehîr a Mêrdînê de cih girtiye, Wezareta Karên Hundir der heqê malbata wî de doza tazmînatê vekir. Dayik Munîre Yilmaz da xuyakirin ku dewletê destpêkê kurê wê qetil kiriye, niha jî dixwaze wan ceza bike.
Bi sedema ku gerîlayê HPG'ê Abdî Yilmaz ê di 14'ê Hezîrana sala 2006'an de li navçeya Mêrdîn Mahsertê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da, di 7'ê Tebaxa sala 2004'an de di çalakiyeke li dijî qereqola Yenîşehîr a Mêrdînê de cih girtiye, ji bo tazmînata ji polîsên hingî li qereqolê wezîfedar bû hatiye dayîn beşek jê ji malbatê were tanzîmkirin, li ser navê Wezareta Karên Hundir li Dadgeha Huqûqê ya Sûlhê ya Mêrdînê di 11'ê Tîrmeha 2006'an de doz hat vekirin.
Der heqê dozê de ku hînê dewam dike û wê di 7'ê Mijdara 2013'an de careke din bê dîtin de dayika Abdîl Yilmaz Munîre Yilmaz (56) ji ANF'ê re axivî û got, "Dewletê destpêkê kurê min qetil kir, niha jî dixwaze me ceza bike."
Serokê ÎHD'ê Şaxê Mêrdînê Parêzer Erdal Kûzû jî da xuyakirin ku ti pêwendiya van dozan bi huqûqê re nîne û destnîşan kir ku divê di çarçoveya pêkanîna xirab de bê nirxandin.
'DESTPÊKÊ GUNDÊ ME ŞEWITANDIN'
Munîre Yilmaz ku li gundê Dengiza yê navçeya Mêrdîn Stewrê dima û piştî dewletê di salên 1990 de gundê wan şewitand neçar ma bar bike navenda bajarê Mêrdînê anî ziman, ku kurê wê Abdî tevî ku hingî 12-13 salî bû jî gelek caran di encama serdegirtina mala wan de hatiye binçavkirin û rastî îşkenceyê hatiye. Dayik Munîre got, "Kurê min ji ber van îşkence û zextan di salên 2000 de berê xwe da çiyê."
'SERSAXIYA ME NE QEDIYABÛ DOZ LI ME HAT VEKIRIN'
Munîre Yilma diyar kir ku wê demeke dirêj ji kurê xwe ti agahî ne girtibû û got, "Di 14'ê Hezîrana 2006'an de kurê min li bejahiya Mansetê di şerekî de jiyana xwe ji dest da."
Yilmaz da xuyakirin ku hînê sersaxiya wan bi dawî nebûbû, di 11'ê Tîrmeha 2006'an de bi îdîaya ku kurê wê beşdarî çalakiya li hembeî Qereqola Yenîşehîr a Mêrdînê bûye der heqê wan de doza tazmînatê hatiye vekirin û got, "Wezareta Karên Hundir, tazmînata ku dabû polîsên di çalakiyê de zerar dîtin, dixwaze ji malbatên gerîlayên HPG'ê yê îdîa dike beşdarî çalakiyê bûne, werbigire. Navê kurê min jî di nava van de bilêv dikin û beşek ji tazmînatê dixwazin ji me bistînin."
'DEWLET ME CEZA DIKE'
Dayika Munîre got, "Dewletê destpêkê kurê min qetil kir, niha jî dixwaze me ceza bike. Maleke biçûk a min û zarokên min heye. Eger di dawiya dozê de em bên mehkûmkirin, dê dewlet dest deyne ser xaniyê me û emê li rastê bimînin."
Munîre Yilmaz da xuyakirin ku dewlet dê bi van pêkanînan nikaribe serî bi wan bide tewandin û got, "Bila kes vê ji bîr neke, me bi salan êş kişandin. Emê ti carî ji têkoşîna xwe venegerin. Bi van zextan wê nikaribin serî li me bidin tewandin. Kurê min ji bo gelê xwe canê xwe de, ez bi wî serbilind im."
'BI TOLHILDANA JI MALBATÊN GERÎLA, AŞTÎ NAYÊ'
Munîre Yilmaz der barê vê dozê û dozên mîna vê de banga hişyarî û berpirsyariyê li raya giştî kir û got, "Bi tolhildana ji malbatên gerîla re, aştî nayê. Divê dewlet beriya her tiştî ji vê hişmendiya xwe ya hilanîna tolê vegere. Divê raya giştî van baş bibîne û ya pêwîst bike."
'DOZ HELWESTEKE DIJMINANE YA LI HEMBERÎ MALBATÊ YE'
Parêzer Erdal Kûzû diyar kir ku bi helwesteke dijminane doz hatiye vekirin û got, "Gelek dozên ji bo cezakirina malbatên gerîla hene, lê belê raya giştî bi van dozan nizane."
Kûzû anî ziman ku li Mêrdîn û navçeyên wê gelek dozên bi vî rengî hene û ÎHD van dozan dişopîne û destnîşan kir k dewlet dixwaze bi van dozan re bi malbatan re redî mîras bide kirin ku malbat xwedî li zarokên xwe dernekevin.
“NE HUQÛQ, PÊKANÎNA XIRAB'
Parêzer Kûzû ragihand ku ti aliyê vê yê huqûqî nîne û got, "Bi awayekî fîîlî ti pêwendiya malbatan bi rûdana zerareke bi vî rengî nîne. Bi windakirina zarokên xwe re ji xwe di nava êşeke manewî de ne. Bi vê dozê re hîn bêtir tên êşandin."
Kûzû diyar kir ku divê dadgehên herêmî dozên bi vî rengî red bikin û got, "Lê belê ji ber nêrîn û helwesta dadgeriyê, ev doz tên qebûlkirin. Pêwendiya vê bi huqûqê re nîne, divê di çarçoveya pêkanîna xirab de bê nirxandin."