Di 1'ê Îlonê de wê silav li Rojava bê kirin

Di 1'ê Îlonê de wê silav li Rojava bê kirin

Amedî wê di mîtînga 1'ê Îlonê de ji bo Rojava li hev kom bibin. Amedî wê bêjin, "Bi coşa Newrozê em ber bi aştiya bi rûmet dimeşin, berxwedana Rojava silav dikin."

Komîteya Amadekar a Mîtînga 1'ê Îlonê ya Amedê, tevahiya Amedî vexwend mîtînga bi dirûşma "Bi coşa Newrozê em ber bi aştiya bi rûmet dimeşin, berxwedana Rojava silav dikin."

Civîna çapemeniyê ya li ser mijarê li Cemiyeta Rojnamevanan hat dayîn û li gel Însiyatîfa Dayikên Aştiyê, ÎHD û 78'an saziyên civakî yên bajêr amade bûn. Hevseroka BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut daxuyanî da û diyar kir ku ewê roja 1'ê Îlonê li Amedê bi dirûşma "Bi coşa Newrozê em ber bi aştiya bi rûmet dimeşin, berxwedana Rojava silav dikin" mîtîngekê lidar bixin.

Zumrut got, "Emê di mîtîngê de aştiyê biqîrin. Çawa ku Newroza 2013'an pêvajoya çareseriya demokratîk da destpêkir, 1'ê Îlona Amedê jî divê bibe wesîleya destpêkirina qonaxa duyemîn. Roja 1'ê Îlonê wê dengê be ragihîne Enqere û tevahiya cîhanê û emê bendewariyên xwe yên ji qonaxa duyemîn nîşan bidin. Her weha emê destnîşan bikin ku deskevtiyên li Rojava deskevtiyên tevahiya gelê Kurd, mirovên pêşverû yên Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê ye."

Zumrut, tevahiya Amedî, partiyên siyasî û rêxistinên demokratîk vexwend mîtîngê û got, "Dem dema nîşandan piştgirî û alîkariya bi gelê me yê li Rojavayê Kurdistanê ye."