Di 16'ê Mijdarê de li Berlînê meşa navendî ya "Bila qedexeya PKK'ê" rabe
Di 16'ê Mijdarê de li Berlînê meşa navendî ya "Bila qedexeya PKK'ê" rabe
Di 16'ê Mijdarê de li Berlînê meşa navendî ya "Bila qedexeya PKK'ê" rabe
Ji bo rakirina qedexeya PKK'ê ya li Elmanyayê ku 20 salên xwe tijî kir, di 16'ê Mijdarê de wê li paytext Berlînê meş û mîtîngeke navendî were lidarxistin. Tevî Kurdên li Elmanyayê dijîn, dê rêxistinên civakî yên sivîl û kesayetên Elman jî bixwazin dawî li krîmînalîzasyona li hemberî Kurdan bê anîn û neheqiya qedexekirina PKK'ê biqîrin.
Ji bo rakirina qedexeya PKK'ê ya li Elmanyayê ku 20 salên xwe tijî kir, di 16'ê Mijdarê de wê li paytext Berlînê meş û mîtîngeke navendî were lidarxistin. Xwepêşandan ji aliyê saziyên civakî yên sivîl ên Elman ve tê organîzekirin û wê bi çalakiyê re bang li hikûmeta Berlînê were kirin ku piştgiriyê bide pêvajoya aştî û çareseriyê û dawî li polîtîkaya krîmînalîzekirina Kurdan bîne.
Di 26'ê Mijdara sala 1993'an de Wezîrê Karên Hundir ê hikûmeta Helmût Kolh Manfred Kanther, bi bulteneke taybet a ji aiyê dozgeriya federal ve hat amadekirin ragihand ku PKK li Elmanyayê hatiye qedexekirin. Bi qedexeyê re bi dehan komele û saziyên Kurd hatin girtin, polîtîkayên krîmînalîzekirinê yên li hemberî aktîvîstên Kurd bi rêk û pêk ketin dewrê.
Di 20. salvegera destpêkirina qedexeyê de gelek saziyên civakî yên sivîl û rêxistinên mafên mirovan ên Elman, li paytext Berlînê xwepêşandaneke navendî lidar dixin. Meş wê di 16'ê Mijdarê saet di 11:00 de li meydana Alexanderplatzê destpê bike û li nêzî Meclîsa Federal mîtîngekê bê lidarxistin.
'BILA QANÛNA 129B LI DIJÎ KURDAN NEYÊ BIKARANÎN'
Di banga saziya bi navê "Tatort Kurdistan" a ji aktîvîstên Elman pêk tê û amadekarê çalakiyê de hat gotin, ku divê qedexeya PKK'ê tavilê bê rakirin. Di daxuyaniyê de pêvajoya aştî û çareseriyê ya li Tirkiyê ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re di Newrozê de destpê kir hat bibîrxistin û ji Elmanyayê hat xwestin ku di vê pêvajoyek de roleke erênî bileyze.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku ji ber xala 129b ku weke "qanûna antî-terorê" tê naskirin, gelek aktîvîst û siyasetmedarên Kurd ên li Elmanyayê hatine girtin û hat gotin, "Divê dewleta Elman dest ji zextên xwe yên li hemberî siyasetmedarên Kurd berde." Di bangê de bal hat kişandin ser şoreşa li Rojava û hat destnîşankirin ku têkoşîna azadiyê ya Kurd ne tenê ji bo Kurdan ji bo demokratîkbûyîna tevahiya Rojhilata Navîn têdikoşe û hat xwestin ku Ewropa vê rastiyê bibîne.
Li gel saziyên Kurdan, hin sazî û parêzvanên mafên mirovan ên piştgiriyê didin xwepêşandanê wiha ne:
Komîteya Demokrasî û Edaletê, Diyalog Kreîs, Tevna Xebatê ya Aştiyê, IPPNW, DFG-VK, Lîga Mafên Mirovan a Navneteweyî, Yekitiya Huqûqnasan a ji bo Mafên Mirovan û Demokrasiyê li Ewropayê (EJDM) Yekitiya Huqûqnasên Demokratîk ên Elman, Konseya Aştiyê ya Federal, MAF-DAD, Prof.Dr. Mohssen Massarrat, Prof.Dr. Ûlrîch Gottsteîn, Dr. Gîsela Penteker, Prof. Armîn Rîeser, Prof. Andreas Bûro, Prof. Norman Paech, Clemens Ronnefeld, Dogan Akhanli.