Komîseriya Bilind a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) diyar kir ku sala par bi awayeke rekor hejmara kesên koçber bûn zêde bûne û ji ber ber gelek krîzên mirovan, 800 hezar kesên ji welatên xwe koçber bûne. Bi giştî di sala 2011 de hejmara koçberan 44,5 milyon e.
Komîserê UNCHR’yê Antonio Gueeres bi boneya 20’ê Hezîranê Roja Penaberên Cîhanê li Cenewreyê daxuyaniyek weşand û got ; “Sala 2011 bû sala êşên mezin”.
UNHCR’yê diyar kir ku di sala 2010 de koçberiya bi darê zorê ya li Peravên Qîlê Fîlan dest pê kirin, di demek kurt de li Lîbya, Somalî, Sûdan û Sûriyeyê belav bûn û bi giştî 4,3 milyon kes ji cih û warên xwe bûn. Ji vana 800 hezar kes ji cih û warên xwe bûn û koçberê welatên din bûn.
Di rapora UNHCR’yê ya der barê penaberan de hat gotin ku di sala 2011 de jî 42,5 milyon kes koçber bûne û ji vana 895 hezar kes daxwaza 895 hezar kesan daxwaza penahiyê (îltîcayê) kirin . 26, 4 milyon kes jî bûn mexdûrên koçberiya navxweyî.
Her çendî rêjeya penaberan a îsal zêde bûbe jî, lê ji sala 2010 ya ku 43,7 milyon kes têde penaber bûn hinek kêmtir e. Di sala 2011 de tenê 532 hezar kes li mal û warên xwe vegeriyane û ev yek jî nîşan dide ku rêjeya kesên li mala xwe vegeriyane daketiye.
Efxanîstan bi 2,7 milyon kesan di rêza yekemîn de ye, piştî wê Iraq bi 1,4 milyon kesî, Somalî 1,1 milyon, 500 hezar Sûdanî û 491 hezar kes jî ji Komara Demokratîk a Kongoyê koçber bûne.
Ji her 5 penaberên li cîhanê kesek koçberê welatên cîran dibe. Li Pakîstanê şêniya penaberan 1,7 milyon e, li Îranê 886 hezar û 500, li Kenyayê 566 hezar û 500, li Çadê 366 hezar û 500 penaber hene.