Di 2012 de 132 rojnamevan hatin kuştin

Di 2012 de 132 rojnamevan hatin kuştin

Enstîtuya Navneteweyî ya Rojnamevana (IPI) ragihand ku ji serê sala 2012 ve 132 rojnamevan li ser peywira xwe hatine kuştin.

IPI’ya ku navenda wê li Viyanayê y,bi daxuyaniyekê derbarê kuştina rojnamevana de îşaret bi sala 1997’ê kir û ragihand ku herî zêde di sala 2012 de rojnamevan hatin kuştin.

Li gorî rapora enstîtuyê, liSûriyeyê 31 rojnamevan û 8 nûçegihanên li ser karê xwe bûn hatin kuştin û Sûriye di vî warî de bû welatê yekemîn. Piştî wê jî Somalî bi kuştina 16 rojnamevanan di rêza duwemîn de cih girt. Di daxuyaniyê de derbarê Sûriyeyê de hate destnîşankirin ku hukûmet jî hêzên muxalîf jî rojnamevan û xebatkarên çapemeniyê dikin hedef û di gelek bûyeran de li rastî muameleyên xirab tên.

Li gorî daxuyaniya IPI’yê welatên piştî Sûriye û Somaliyê ji bo rojnamevanan xeter Pakîstan, Kolombiya, Honduras, Filîpînan, Brezîlya û Meksîka ne.

Di daxuyaniya IPY’yê de hate destnîşankirin ku sala 2009 110 rojnamevan li sr peywirê hatibûn kuştin.

IPI’yê di berdewama daxuyaniya xwe de cih da Tirkiyeyê û bal kişand ku Tirkiye bi girtina 70 rojnamevanan di warê girtina rojnamevanan de welatê yekemîn e.

Enstîtuyê bi bîr xist ku piraniya rojnamevanên hatine girtin Kurd in û destnîşan kir ku ev rojnamevan ji ber motîfên siyasî yên weke “destekê didin terorê an jî rêxistineke li ne ya qanûnê.”