Di 2013'an de li Cîhanê 117 rojnemevan hatine qetilkirin

Di 2013'an de li Cîhanê 117 rojnemevan hatine qetilkirin

Saziya Navnetewî ya Rojnemevanan diyar kir ku di sala 2013'an de li Sûriyê 16 rojnemevan bi giştî li seranserî cîhanê 117 rojnemevan dema erkê xwe pêk tanîn hatine qetilkirin.

Saziya Navnetewî ya Rojnemevanan bi daxuyaniyekê diyar kir ku di sala 2013'an de li seranserî Cîhanê 117'ê rojnemavan dema li ser karê xwebûn hatine qetilkirin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê  cihên herî zêde xeterî li ser Rojnemevanan heye.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku di sala 2013'an Sûriyê welatê yekeme ku herî zêde Rojnemevan têde hatine kuştin û Iraq û Filpînê di rêza duyemîn de ne. Hate gotin ku di sala 2013'an de li Sûriyê 16, li Îraqê  13, li Filipîn 13, li Bakistan 9, li Somalya 8 û li Berazîlya 6 rojnemavan hatine qetilkiirn. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku 117 rojnemavan li 28 welatan hatine qetilkirin.

Saziya Navnetewî ya Rojnomevanan di sala 1997'an de dest bi hejmartina rojnemavanên ku dema li ser kare ne û têne kuştin kiriye. Li gorî raporên saziyê ji sala 1997'an de 1358 rojnemavan hatine kuştin.