Di 22'ê Kanûnê de li Cizîrê mîtînga Rojava pêk tê
Di 22'ê Kanûnê de li Cizîrê mîtînga Rojava pêk tê
Di 22'ê Kanûnê de li Cizîrê mîtînga Rojava pêk tê
BDP, di 22'ê Kanûnê de bi armanca piştevaniya Rojava û protestokirina dîwarê şermê, li Cizîrê mîtîngekê lidar dixe.
Rêxistina BDP'ê ya Navçeya Cizîrê, der barê amadekariyên mîtînga "Piştevaniya Rojava" de li avahiya BDP'ê ya navçeyê civîneke çapemeniyê lidar xist. Di civîna li ser mîtînga 22'ê Kanûnê ya li Cizîrê de, Hevseroka BDP'ê yê Şirnexê Hamê Aktî, Serokê Rêxistina BDP'ê ya Cizîrê Ahmet Çeter û rêveberên BDP'ê amade bûn.
Aktî der barê amadekariyên xwe de agahî da û got, "Ji bo mîtînga ji bo gelê me yê li Rojava li ber xwe dide, di serî de gelê Botanê em bang li tevahiya Kurdistan dikin ku beşdar bibin." Aktî bal kişand ser girîngiya mîtîngê û got, "Divê gelê Kurd di roja yekitiyê de bi hev re bin. Jİ bo vê jî me dest bi xebata mîtînga piştevaniya Rojava ya 22'ê Kanûnê kirin. Em tevahiya gelê xwe vedixwîne mîtîngê."
Rêxistina BDP'ê ya Bajarê Amedê jî li ser mîtînga li Cizîrê li avahiya partiyê ya bajêr civîneke gel lidar xist.
Hevserokê BDP'ê yê Bajer M. Emîn Yilmaz li civîna bi beşdariya bi sedan kesan axivî û go destnîşan kir ku divê piştevaniya bi Rojava re were xurtkirin û got, "Eger bi kêrkerî em xwedî li Rojava derketibûna dê dîwarê li Nisêbînê destpê kir temam nebûya Û li Şirnexê têl nehatibû rêsandin."
Yilmaz da xuyakirin ku heta ew dîwarê li Cizîrê tê lêkirin ranewestînin, ewê venegerin û diyar kir ku jib o mîtînga 22'ê Kanûnê ya li Cizîrê dê wesayît saet di 09:00 de ji ber avahiya BDP'ê yên bajar û navçeyan rabin.