Di anketa Rudawê de PDK berpirsê nakokiyên Rojava hat dîtin

Di anketa Rudawê de PDK berpirsê nakokiyên Rojava hat dîtin

Li gorî encamê anketa Rudawê ya ku nêzî PDK’ê ye, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) di rêza yekem de berpirsyartiya nakokiyên Rojavayê Kurdistanê hat dîtin.

Demek dirêj bû ku Rudawê li ser Rojavayê Kurdistanê nûçeyên yek alî didan û herî dawiyê ji xwest ku bizanibe berpersên nakokiyên Rojava kîne, ji ber vê jî anketek li ser malpera xwe çêkir.

Anketa ku ji aliyê Rudawê ve ji 7’ê Kanûna sala 2013’an ve destpêkirî bû, dûh encamê wê diyar kirin. Li gorî encamên anketê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) wek berpirsê sereke yên nakokiyên Rojavayê Kurdistanê tê dîtin. Ev yek jî  daxuyaniya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî yên di derbarê şoreşa Rojavayê Kurdistanê de vale dertêxe.

Bi giştî 1969 kesan beşdarî  anketa bi navê “Kî li hemberî nakokiyên Rojavayê Kurdistanê berpirsyar e?” bûn.

Li gorî encamên anketê,  PDK’ê  ji sedê 64,7 deng anî ye yanî di rêza yekem de berpirsê nakokiyên Rojavayê Kurdistanê tê dîtin. Bi giştî ji 1969 dengan 1274 deng anî ye.

Di rêza duyem de jî PKK  tê, wê ji sedê 28,6 deng anî ango ji 1969 dengan 563’ê.

Ji sedê 5,5 jî her dû alî berpirsên nokokiyên Rojavayê Kurdistanê dîtîne.

Ji Sedê 1,2 jî hêzên ji derve berpirsên nakokiyên Rojavayê Kurdistanê dîtîne.