Di artêşa Tirk de hilweşîn çawişên pispor

Di artêşa Tirk de hilweşîn çawişên pispor

Pêkanîna leşkerên bi pere ya desthilatdariya AKP’ê bi îstîfakirina 8 hezar leşkerî têk çû û artêşa  tirk bi îlankirina hewcedariya xwe ya ji bo çawişên pispor li xwe mikûr hat. Fermandariya Hêzên Bejayî divê dema ku şerê qirêj li dijî kurdan tê meşandin de, ji bo ku leşkeriya bi pere baş nîşan bide behsa gelek ‘serersatkirinan’ kir.

Desthilatdariya AKP’ê leşkeriya bi pere ya ku berê  di şerê qirêj yê li dijî kurdan kiribû meriyetê niha jibo careke din zindî bike behsa gelek sererastkirina û di serî de jî behsa zêdekirina meaşan dike.  Fermandariya Hêzên Bejayî îlan kir ku jibo hewcedariya Çawişên Pispor di nava hewldanan de ne.

Serokê Komeleya Leşkerên Pispor yê Teqawît (EMUZDER) Esef Merdoglu  diyar disala dawî de 8 hezar leşkerê pispor îstîfa kirine û di 2010’an de hejmara leşkerên pispor  67 hezar bû ev niha ketiye 35 hezarî.

Merdoglu wiha got: “Ji ber ku di yekineyên Têkoşîna bi Terorê re leşkerên pispor nemane leşkeran digirin tîman. Mînak ji tîmên li dijî terorê têdikoşin de; di Tugaya Komandoya Boluyê de 7750 leşkerên pispor hebû,  ji van 400’î îstîfa kir. di Tugaya Komandoya Qeyseriyê 800 heb hebû ev hejmar daket 400’î.  Li Sêrtê 700 hebûn daket 300’î. Li Tunceliyê 850 hebûn, 450’yî îstîfa kir. Ji meha mijdara 2012’an li gorî daxuyaniyan hejmar 46 hezar bû.  ji ber zehmetiyên mafên xwe 8 hezar leşkerên pispor peyman nû nekir.  5 hezar û 700 kes ji ber temenê xwe veqetiyan. Ji ber ku pispor nemane, artêşa tirk leşkeran dişîne tîmên bi terorê re têdikoşin.