Di avahiya BDP'ê ya Sêrtê de 4 cîhazên guhdarkirinê hatin dîtin
Di avahiya BDP'ê ya Sêrtê de 4 cîhazên guhdarkirinê hatin dîtin
Di avahiya BDP'ê ya Sêrtê de 4 cîhazên guhdarkirinê hatin dîtin
Di lêkolîna li avahiya bajêr a BDP'ê ya Sêrtê de 4 cîhazê guhdarkirinê yên bi navê "bocek", hatin dîtin. Serokê Rêxistina BDP'ê ya Bajar Mehmet Ata Înan diyar kir ku ew lêgerînên xwe didomînin û bi armanca dîtina berpirsiyaran wê gilî bikin.
Di avahiya BDP'ê ya Sêrtê de di dema tamîrkirina prîza elektrîkê de di kaseya prîzê de cîhazekî guhdarkirinê yê bi navê "bocek" ku hat dîtin û şûnde rêveberên partiyê li avahiyê dest bi lêgerînekê kirin û di encam de 4 cîhazên guhdarkirinê dîtin. Rêxistina BDP a Sêrtê têkildarî mijarê li avahiya partiyê civîneke çapemeniyê pêk anî. Di civînê de endam, rêveber û şaredarên BDP'ê amade bûn. Beriya daxuyaniyê rêveberên BDP'ê her çar cîhazên deng nîşanî rojnamevanan kirin. Paşê Serokê Rêxistina BDP'ê ya Sêrtê Mehmet Ata Înan axivî û diyar kir ku dema ji bo tamîrkirinê prîza elektrîkê vekirine di kaseya wê de cîhaza deng a wek bocek tê binavkirin dîtine û piştî lêgerîna di avahiyê de 3 cîhazên din ên guhdarkirinê dîtine. Înan, anî ziman wek partiyeke siyasî xebatên wan bi awayekî fermî tên meşandin û wê der barê berpirsiyaran de gilî bikin.
Înan, di dawiya axaftina xwe de da xuyakirin ku wê namzetên Sêrtê yên şaredariyê di 26'ê Kanûnê de li Amedê bên aşkera kirin.