Di bin navê cîhada li dijî DYE Îsraîlê de berê wan didin Rojava
Di bin navê cîhada li dijî DYE Îsraîlê de berê wan didin Rojava
Di bin navê cîhada li dijî DYE Îsraîlê de berê wan didin Rojava
Li hin mizgeftên Stenbolê, ciwan di bin navê cîhada li dijî DYE û Îsraîlê de tên xapandin û wan dişînin Rojava. Ciwanekî nexwest navê xwe eşkere bike ragihand, ku ciwanên diçin mizgeftan bi soza 'dê biçe bihuştê' tên xapandin û berê wan didin Rojava ji bo şer bikin.
Derket holê ku hin mizgeftên li Bagcilar û Gungoren a Stenbolê dibin navbeynkar ji bo ciwanan bişînin nava refên Eniya El Nûsra. A.Y. yê li Gungorenê rûdinê da xuyakirin ku ciwanên ji bo nimêjê diçin mizgeftan tên xapandin û anî ziman ku wî ciwanekî Kurd (18) ê hatibû xapandin û wê tevlî refên El Nûsra bibûya, hefteyek beriya biçe qanih kiriye û ji rê vegerandiye. A.Y. yê ji ANF'ê re peyivî û nexwest nasnameya xwe eşkere bike got, "Ciwanên Kurd bi propaganda cîhada li dijî DYE û Îsraîlê dixapînin û hewl didin wan bişînin Rojava."
Îdîaya ku ciwanên Kurd ên li Tirkiyê ji bo şer bikin dişînin nava refên çeteyan, beriya niha jî ketibû rojevê. Li gundê Sûsikê yê ji aliyê hêzên YPG'ê ve hat rizgarkirin, nasnameya A.S. yê 17 salî yê ji gundê Bûrçakliya navçeya Semsûr Gergerê û hin notên bi Tirkî hatibûn dîtin, di encama lêkolînên me yên li ser van notan de derketibû holê ku ciwanekî din ê bi navê F.A. bi heman rengî hatibû xapandin û ew şandibûn eniya şer.
BIHUŞTA KU SOZA WÊ TÊ DAYÎN, EGER RIJANDINA XWÎNA XUŞK Û BIRA BE...
Li taxên Bagcilar û Gungoren ên Stenbolê ku bûne hedefa çeteyan, bûyereke din a bi vî rengî rû da. Derket holê ku beriya çend hefteyan, ciwanekî Kurd ê li ser rêya Rojava bû, hefteyek berê hatiye qanihkirin û ji rêya çeteyan hatiye vegerandin. A.Y. yê zarokatiya ciwanê 17 salî dizanîbû û nehişt têkeve nava çirava çeteyan, anî ziman ku li Bagcilar û Gungorenê bi taybetî ciwanên Kurd û Tirk ên xizan dibin hedefa çeteyan. A.Y. diyar dike ku ciwanên bi nimêj û ola xwe re dilsozin û di nava lêgerînan de ne, bala çeteyan dikşînin û got, "Ev ciwanên diçin mizgeftan tên hilbijartin û perwerdekirin. Dûre ji sînor derbasî Rojavayê Kurdistanê dikin. Di perwerdeyên li mizgeftan de ji wan re tê gotin, ku li Rojava ewê ne li hemberî gelê Kurd li dijî Dewleten Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û Îsraîlê şer bikin. Ji xwe ji ciwanên cahil re jî dibêjin; ewê di vê rê de şehîd bikevin û biçin bihuştê."
"XWEDÎ LI ZAROKÊN XWE DERKEVIN"
A.Y. da xuyakirin ku ciwanê 17 salî yê wî zarokatiya wî dinasiya, ji nişka ve kincê xwe guhertiye, rî-por berdaye, helwestên wî hatiye guhertin, lewma ew pê hesiyaye ku ciwan hatiye xapandin A.Y. bi rêya ANF'ê bang li malbat û saziyên Kurdan kir û got, "Divê malbat gelekî bi dîqet û baldar bin. Dema guhertinek di jiyana zarokên xwe de dîtin, divê hewl bidin wan agahdar û qanih bikin. Pêwîste saziyên siyasî û çandî jî, bi lezgînî dest biavêjin vî karî."