Di bûyerên Cizîrê de 2 polîs birîndar bûn
Di bûyerên Cizîrê de 2 polîs birîndar bûn
Di bûyerên Cizîrê de 2 polîs birîndar bûn
Li Cizîrê di pevçûna navbera ciwanan û polîsan de ji ber molotofek ket hundirê wesayîta zirxî ya akrep 2 polîs birîndar bûn.
Ciwanên bi armanca boykota dibistanan li navçeya Cizîrê ya Şirnexê çalakî li dar xistin û rêya Cadeya Nisêbîn û Yafes li çûnûhatinê girtin, rastî êrîşa polîsan hatin. Di pevçûna ku rû da, polîsan bi bombeyên gazê êrîşî ciwanan kirin, molotofa ku ciwanan avêt ket hundirê wesayîta zirxî ya akrep, 2 polîsên di wesayîtê birîndar bûn.
Hat ragihandin ku talûkeya jiyanê ya polîsên bi ambulansê rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê tune ye.
Li derdora nexweşxaneyê gelek tedbîrên ewlekariyê hatine girtin.