Di bûyerên Manheim’ê de 31 ciwan hatin binçavkirin

Di bûyerên Manheim’ê de 31 ciwan hatin binçavkirin

Di bûyerên ku di 20’mîn Mîhrîcana Çanda Kurd ya Navnetewî ya li bajarê Mamheim ya Almanyayê hate li darxistin de hate ragihandin ku, 31 ciwan hatin binçavkirin, 80 polîs jî birîndar bûne.

Polîsên Manheim di derbarê bûyerên ku di navbera polîs û ciwanên Kurd yên tevlî mîhrîcana Kurdan ya salên dawî ya herî mezin ku ji zêdetirî sedhezar kesan tevlîbûn de daxuyaniyek da. Li gorî polîsan bûyer, ji ber sedema hewildana dest danîna ser ‘ala qedexe’ ya di destê zarokekê 14 salî de rû dane. Piştî ku komek ya ciwana çû ser polîsan de, qasî 600 polîs veguhestine cihê bûyerê, di vê navberê de di navbera ciwanên hêjmara wan 2 hezar 500 de pevçûn derketin.

Bi hinceta ‘sembolên rêxistinê yên qedexe’ polîsan qet behsa bikaranîna tundiya zêde nekirin, hate îdîakirin ku ciwanên ku bi kevir û şîşeyan êrîşî polîsan kirine. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, polîsan jî bi gaza bîberê bersiv daye, di bûyerê de 31 kes hatine binçavkirin, 1 jê giran 80 polîs jî cihên cûda yên bedenên xwe birîndar bûne. Lê belê di dema bûyerê de hêjmara ciwanên Kurd yên birîndar bûne nehate gotin.

Şaredarê Manheim’ê Peter Kurz îdîakir ku, 500 ciwanên ji Fransayê hatine mîhrîcanê bûne sebebê bûyeran. Her wiha îdîakir ku, bi propagandaya polîsên Manheimê di xwepêşandana roja Înê de Kurd ‘îstîsmar’ kirine, vê yekê rê li tundiyê vekiriye.

Nûçegihanê me yê ku bûye şahidê bûyeran da diyarkirin ku, dema ku polîsan xwest bi awayek dijminane û tundiyek zêde dest danin ser al û tîşoratan, pevçûnan rû daye. Her wiha erkdarên komîteya amadekar yên ku xwestin pêşiya bûyera bigirin jî para xwe ji tundiya polîsan girtin. Komîteya amadekar ya mîhrîcanê heya niha di derbarê bûyerê de ti daxuyanî nedane.