Di çalakiya Dayîkên Şemiyê de aqubeta Azadê 15 salî hate pirsîn

Di çalakiya Dayîkên Şemiyê de aqubeta Azadê 15 salî hate pirsîn

Dayîkên Şemiyê yên Cizîrê di çalakiya xwe ya heftane de aqubeta Azad Garan ê ku di sala 1995'an de di encama bombeya destan a avêtin nava dawetekê de jiyana xwe ji dest da pirsîn.

Dayîkên Şemiyê yên Cizîrê çalakiya xwe ya hefteyî li ber Amadeyiya Cizîrê li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên kesên di salên 1990'an de hatin qetilkirin û windakirin hatin hilgirtin. Di çalakiya heftene de çîroka Azad Garan ê 15 salî ku di sala 1995'an de li taxa Cûdî di nava dawetê de bi bombeya desta ya ku ji aliyê kesên nediyar ve hate avêtin nav dawetê de jiyana xwe ji dest da, hate vegotin.

Dayîka Garan Hure Garan wiha got: "Bi ser mirina kurê min re 18 sal derbazbûn. Lê heta niha kiryar nehatin dîtin. Em ji van kesan heta dawiyê dozdarin. Yên ev bûyer pêk anîn Sercerdevan Kamîl Atak û Cemal Temîzoz e. Tenê daxwaza me kiryar bên darizandin û edalet bi cih bê."

Piştî axaftinê çalakiya rûniştinê pêk hat.