Di çalakiya Dayîkên Şemiyê de çîroka Omer Candoruk hate vegotin
Di çalakiya Dayîkên Şemiyê de çîroka Omer Candoruk hate vegotin
Di çalakiya Dayîkên Şemiyê de çîroka Omer Candoruk hate vegotin
Di çalakiya Dayîkên Şemîyê de hevjîna Omer Candoruk Hanim Candoruk çîroka hevjînê xwe vegot û diyar kir ku, qatilên hevjînê wê Bedran, Hakîm û Serheng Cemal in û wiha got: "Vê hefteyê dadgeha me heye. Di dadgehê de jî Bedran gefên mirinê li me dike û dadger û dozger dengê xwe dernaxin. Heke edalet hebe dê van qatilan ceza bike."
Dayîkên Şemiyên yên Cizîrê li ber Dibistana Amadeyî ya Cizîrê çalakiya xwe ya hefteyî li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatin windakirin hatin hilgirtin. Rêveberên MEYA-DER'ê jî piştgirî dan çalakiya dayîkan. Di çalakiya vê hefteyê de çîroka Omer Candoruk ê ku di sala 1993'an de hate windakirin hate vegotin. Hevjîna Candurok Hanim Candoruk anî ziman ku, hevjînê wê ajokariya taksiyê dikir û hevjînê wê ji aliyê Bedran (Adem Yakin), Abdulhakîm Guven û Serheng Cemal ve bi 3 rêvîngan re qetilkirin.
Candoruk da zanîn ku, hevjînê wê Candoruk kesî di halê xwe de bû û hevjînê wê li Botaşê qetilkirin û pişt re cenazeyê wî birin herêma Xolanê û wiha got: "Roja înê dadgeha me heye. Em dê biçin dadgehê û hesabê ji qatilan bipirsin. Daxwaza me ji dadger û dozgeran ewe ku ev qatil bên cezakirin. Heke zagon û edalet hebe ev dê bên cezakirin. Di dadgehên bê de di dadgehê de Bedran gefên mirinê li me xwarin û dadger û dozger dengê xwe dernaxistin. Heke edalet hebe dê van qatilan ceza bike. Ji me re neheqiyê mezin tê kirin. Em dê heta dawiyê li mafê xwe bigerin û dest ji doza xwe bernadin. Di dadgehê de Bedran gefên mirinê li me dixwin. Em tenê mafê xwe û edaletê dixwazin."
Piştî axaftinê çalakiya rûniştinê pêk hat.