Di çalakiya Dayîkên Şemiyê de komkujiya Helebçe hate şermezar kirin

Di çalakiya Dayîkên Şemiyê de komkujiya Helebçe hate şermezar kirin

Dayîkên Şemiyê yên Cizîrê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de çîroka Ramazan Ekul ê ku dema ajokarî dikir li Iraqê hate kuştin vegotin. Di axaftina hate kirin de, Komkujiya Helebçeyê hate şermezarkirin û hate xwestin ku kiryarên komkujiyên li hemberî kurdan hatîn kirin, bên darizandin.

Dayîkên Şemiyê yên Cizîrê çalakiya xwe ya heftane li gel baranê li ber Dibistana Amadeyî ya Cizîrê li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatin windakirin hatin hilgirin. Rêxistina BDP'ê ya Cizîrê û rêveberên MEYA-DER'ê jî piştgirî dan çalakiyê.

Di çalakiyê de çîroka Ramazan Erkul ên ku di sala 2004'an de hate windakirin hate vegotin. Dayîka Erkul Halîme Erkul diyar kir ku, dema kurê wê ajokarî dikir diçû Iraqê û dihat û wiha got: "Kurê min li Iraqê ji aliyê MÎT'ê ve hate kuştin. Cenazeyê wî 8 rojan di morgê de ma. Pişt re me girt û definkir. Ez dixwazim kiryarên kurê min bên dîtin û bên darizandin."

Rêveberê MEYA-DER'ê yê Cizîrê Azîz Tosun jî diyar kir ku, ew Komkujiya Helebçe şermezar dikin û wiha got: "Em weke MEYA-DER hemû komkujiyên li hemberî gelê me pêk hatin şermezar dikin. Em dixwazin kiryarên hemû komkujiyên li hemberî gelê me pêk hatin bên dîtin û bên darizandin."

Piştî axaftina çalakiya rûniştinê pêk hat.