Di çalakiya Dayîkên Şemiyê de rapora Roboskî hate şermezar kirin
Di çalakiya Dayîkên Şemiyê de rapora Roboskî hate şermezar kirin
Di çalakiya Dayîkên Şemiyê de rapora Roboskî hate şermezar kirin
Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê, di çarçoveya çalakiya heftane ya "Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin" de vê hefteyê rapora qetlîama Roboskiyê hate şermezarkirin.
Weke her hefteyê li Êlihê, Rêveberên ÎHD'ê û xizmên windayan çalakiya "Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin" li Kolana Gulîstanê berdewam kirin. Di çalekiyê de pankarta “Bila winda bên dîtin faîlên wan bên darizandin” hat vekirin û malbat û xizmên windahiyan wêneyê kesên wenda hildan. Di çalakiyê de malbat û xizmên windayan, rêveber û endamê ÎHD, rêveberên BDP, KURDÎ-DER, MEYA-DER, Însiyatîfa Dayîkên Aşîtiyê, û gelek kes amade bûn. Li ser navê ÎHD û malbatên windayan Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê Osman Kunteş axivî.
Kunteş diyar kir ku, gora komî ya li çiyayê Helkîs ê girêdayî navçeya Sasonê di sala 2009’an de cenazêyê 12 gêrîlayên PKK’ê tê de bûn 16 malbatan serlêdan kir û got nimûna xwîna van malbatan bi cenazeyan re hev ne girtiye. Kunteş anî ziman ku, gora komî ya li gundê Bahawê yê girêdayî navçeya Kercewsê ku 11 gêrîlayên PKK’ê tê de bûn 11 malbatan serlêdan kir û got tenê xwîna 4 malbatan bi cenazayena re hev girtiye. Kunteş bang kir ku, malbatê bi guman dikarin dîsa bên serî li wan bidin.
Rêveberê Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê Îlyas Ekîncî jî daxuyanî xwend û diyar kir ku, ev hefteya 216’mîn e çalekî û rêzeçalakiyê wan ên ji bo winda bên dîtin û faîl bên darizandin di dome. Ekîncî da zanîn ku, qetilkirinên di salên 1990’î de li heremê pêk hatine û berpirsyarên qetlîama Roboskî yê heta dernekivin holê dê ew çalakiyên xwe ji bo edaletê bi domînin.
Ekîncî bal kişand ser rapora qetlîama Roboskî yê di de hatiye qebûlkirin û wiha got: “Di bin banê Meclisê de Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan di 9 Çile 2012’an de Komîsyona Jêr hatiye avakirin û lêkolîn û lêpirsîn hatibû destpêkirin. Ev rapor di 6 Adarê de li gel hemû rexne û îtîrazên saziyên sivîl û muhalefetê bi dengê zêde hatiye qebûlkirin.” Ekîncî destnîşan kir ku, di vê raporê de binpêkirna mafan, hiqûq û hiqûqa netewî hatiye binpêkirin û got bila demek beriya demekê ev rapor paş de bê vekişandin.
Piştî daxuyaniyê çalekî bi çalekiya rûniştinê ya 5 deqîqeyan bi dawî bû.