Di çalakiya Geverê ya ji bo Rojava de pevçûn

Di çalakiya Geverê ya ji bo Rojava de pevçûn

Li Geverê di çalakiya ji bo şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ'ê û piştgiriya AKP'ê de pevçûn derket.

Li Gevera Colemêrgê ji şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên bi sê aliyan ve êrîşî Kobanê dikin bi xwepêşandanê hat şermezarkirin. Bi hezaran kesên ku li ber avahiya DBP'ê hatin cem hev bi pankarta "Yan Kobanê rizgar bibe, yan jî her der bibe Kobanê" û "Kobanê rûmeta me ye em ê li rûmeta xwe xwedî derkevin" û berzkirina dirûşmayan heta ber Otela Osloyê meşiyan. Li ser navê girseyê Hevserokê Meclîsa Civaka Demokratîk a Geverê Vahît Şahînoglu daxuyanî da. Şahînoglu diyar kir ku Tirkiye di nava koalîsyona dinyayê ya li hemberî çeteyên DAIŞ'ê hatiye avakirin de cih negirtiye û got ku Tirkiye bi trênê cebilxane ji DAIŞ'ê re dişîne.

Şahînoglu bilêv kir ku ev helwesta Tirkiyeyê cesaretê dide DAIŞ'ê û ev tişt anî ziman: "Li aliyekî êrîşên DAIŞ'ê didomin û li alaiyên din jî li Bakur AKP dixwaze bi pişaftinê komkujiyê pêk bîne."

Piştî daxuyaniyê endamên YDG-H'ê yên bi rûpoş bi kevir, fîşekên hewayî û molotofan êrîşî wesayîtên zirxî yên li luçeyê rawestiyabûn kirin. Li ser vê yekê di navbera polîs û ciwanan de pêvçûn derket. Bi pevçûnê re esnafan derabeyên dikanên xwe girtin.

Pevçûna li Geverê hê jî didome.