Di çalakiya Şemiyê de çîroka belavkarê rojnameyê hat vegot

Di çalakiya Şemiyê de çîroka belavkarê rojnameyê hat vegot

Şaxa ÎHD\'ê ya Êlihê, di çarçoveya çalakiya heftane ya \"Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin\" de vê hefteyê windakirina belavkarê rojnameya Ulke Îsmaîl Agaya yê 19 sal berê hate windakirin hate vegotin û aqubeta wî hat pirsîn.

Li Êlihê wekî her hefteyê vê hefteyê jî, rêveberên ÎHD\'ê û xizmên windayan çalakiya \"Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin\" li Kolana Gulîstanê berdewam kirin. Di çalekiyê de pankarta “Bila winda bên dîtin kiryar bên darizandin” û pankarta wêneyên kesê hatine windakirin û bi nivîsa “Yên winda ne” hat vekirin û malbat û xizmên windahiyan wêneyê kesên winda hildan. Di çalakiyê de malbat û xizmên windayan, rêveber û endamê ÎHD, Înîsiyatîfa Dayîkên Aştiyê, rêveber û endamên KURDÎ-DER, MEYA-DER, BDP û gelek kes amade bûn.

Li ser navê ÎHD û malbatên windayan rêveberê Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê Ilyas Êkîncî daxuyanî xwend. Ekîncî diyar kir ku, ew wek her hefteyê bi dirûşma “Bila winda bên dîtina û kujerên wan bên darizandin” çalekî û rêzeçalekiyê wan di hefteya 206’mîn de tê berdewamkirin. Ekîncî destnîşan kir ku, di salên 1990’an de bi sedan mirov hatin windakirin û wiha got: “Ev edalet û demokrasiyek çawa ye. Kesê van bûyeran pêk anîne hêj di nav me de ne û milê xwe di hejînin û di gerin. Em wek parêzvanê mafê mirovan, daxwaz dikin ku, demek beriya demekê bila winda bên dîtin û kiryarên wan derbixin pêşberî dadgehê.”

ÇÎROKA BELAVKARÊ ROJNAMEYA ULKE HATE VEGOTIN

Ekîncî da zanîn ku, dê ew vê hefteyê çîroka windabûna belavkarê rojnameya Ulke Îsmaîl Agaya yê beriya 19 salan hate windakirin ya ku dayîka wî ji ÎHD’ê re vegotiyê parvekir. Ekîncî anî ziman ku, dayîka Agaya, Mufîde Agaya çîroka kurê xwe wiha vegotiye: “Ji ber ku em malbatek xizan bûn me debara xwe bi şivantiye derbaz dikir. Kurê min Îsmaîl berê di înşatan de xebitî pişt re dest bi belavkariya rojnameya Ulke yê kir. Li vir 3 mehan xebitî. Êvarê li derdora demjimêr 20.00 çû mala zavayê xwe Îkram Menekşe yê li taxa 19 Mayisê rûdinişt. Çûyîn ew çûyîn û carek din ne zivirî. Li ser vê yekê ez çûm buroya Ulkeyê min ji hevalê wî yê xebatê kurê xwe pirs kir, wan jî got ew îro ne hatiye kar. Pişt re ez çûm navenda qereqola polîsan û min serlêdan kir. Polîsan ji min re gotin kurê te ne li vire. Li gorî şahidên du kesên ku li taxa Aydinlikevlerê rûdinên, ji min re gotin kurê te ji aliyê sê kesê bi sivîl çek xistine serê wî û birine. Li ser vê şahidiyê ez dîsa çûm qereqolê û agahî da. Polîsan vê carê ji min re gotin ‘Tu kurê xwe dişînî serê çiya û paşê jî tê dipirsî’. Ez wek dayîkek pêşiya vê bûyerê bernadim. Ya dê min jî bibin cem kurê min an jî dê histiyên kurê min ji min re bînin. Ji ber ku kurê min rojnameya Ulke yê belav dikir hate windakirin.”

‘XWEDÊ HEQÊ ME JI WAN RE NEHÊLE’

Piştî Ekîncî dayîka rojnamevan Îsmaîl Mufîde Agaya ev tişt got: “Heta xwîn û canê me hebe ez dê kurê xwe bixwazim. Bila kurê min nîşanî min bidin dê dilê me rehet be. Ger ku zarokên wan bên windakirin dê dilê wan wisa rehet be û îdare bikin. Ez nikarim tu tiştî bêjim xwedê heqê me ji wan re ne hêle.”

Piştî daxuyaniyê 5 deqîqeyan çalekiya rûniştinê hate li darxistin û çalakî bi dawî bû.