Di çalakiyên Pêncşema Reş de Pakêta AKP'ê hat şermezarkirin

Di çalakiyên Pêncşema Reş de Pakêta AKP'ê hat şermezarkirin

 Çalakiyên Pêncşema Reş ên ji bo şaredar û siyasetmedarên kurd bên berdan berdewam dikin. Li Wêranşar, Pirsûs, Dêrik û Peyasê çalakiyên pencşema reş berdewam kir. Di çalakiyan de pakêta hikûmetê hat şermezarkirin û wiha hat gotin: "Yekane çareserî muzakereyên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ne. Ji bilî vê yekê em tu çareseriyê qebûl nakin."

Çalakiyên Pêncşema Reş ku bi boneya şaredar û siyasetmedarên girtî bên berdan her hefte berdewam dikin, di hefteya 187'an de li ber avahiyên şaredariyan berdewam kirin. Dîsa endam û rêveberên saziyên civakî, endam û xebatkarên şaredariyan û nûnerên partiyên siyasî tev li çalakiyan bûn û daxuyanî dan çapemeniyê.

Li Peyas, Pirsûs, Wêranşar û Dêrikê bi sedan kes li hev kom bûn û çalakiyên xwe berdewam kirin. Dîsa li ber avahiyên şaredariyên Pirsûs, Wêranşarê, Dêrik û Peyasê girseyên li hev kom bûn, daxuyanî dan û zextên li ser jinan tên meşandin şermezar kirin. Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê Serokê Şaxa Genel Îş'ê Sadik Demir, diyar kir ku ji bo kurdan perçe bikin û bihelînin li gorî xwe polîtîka pêş dixin û wiha got: "Ji bo vîn û daxwaza gelê kurd bitepsîne siyasetmedar û şaredarên kurdan girtin. Niha jî daxwazên kurdan ên sereke li ber çavan nagirin û bi polîtîkayên xapandin, perçekirin û hilandinê dixwazin kurdan tune bikin. Êdî kurd nayên xapandin. Çareya yekane muzakereyên bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e." Li navçeyên Dêrik, Wêranşar û Peyasê jî daxuyaniyên têkildarî pakêtê û geşedanên rojevê hatin dayîn û helwesta Hikûmeta AKP'ê ya li hemberî çareseriya pirsgirêka kurd hat rexnekirin.

Di hemû çalakiyan de piştî daxuyanî hatin dayîn komê çalakiyên rûniştinê yên 5 deqîqeyan pêk anîn û piştre belav bûn.