Di çalakiyên Pêncşema Reş de ropara Roboskê hat protestokirin

Di çalakiyên Pêncşema Reş de ropara Roboskê hat protestokirin

Li Dêrîk, Peyas, Wêranşar, Pirsus, Wan û Erdîşê çalakiyên "Pençşema Reş" pêk hatin û di çalakiyan de bertek li Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê ya rapora Roboskiyê qebûl kir, dan û hate gotin ku di navbera qatil û kesên rapor qebûl kirin de tu cudahî tuneye.

DÊRÎK

Li navçeya Dêrîkê ya Mêrdînê çalakiya "Pençşema Reş" a ku bi armanca şermezarkirina girtina siyasetmedar  û şaredariyan pêk tê hate lidarxistin. Wekîlê Şaredarê Dêrîkê Dogan Ozbahçecî, rêveberên BDP'ê yê navçeyê, endamên meclîsa şaredariyê, endamên Belediye-Îş û Tum Bel-Sen'ê tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên Şaredara Dêrîkê Çaglar Demîrel û pankrata "Vîna me rûmeta me ye û rûmeta me hinceta jiyana me ye" hatin vekirin. Endamê Meclîsa Şaredariya Dêrîkê Şeyhdavut Baydu bi kurdî daxuyanî xwed û diyar kir ku pêvajoya ji aliyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ve hate destpêkirin di nava civakê de hêvî û heycan pêk anî. Baydu, anî ziman ku heta demek nêz hikûmeta AKP'ê behsta darvekirinê, operasyon û mafê parlementerê BDP'ê yê destnedayînê rabike tîna ziman û wiha got: "Birêz Ocalan bi têkoşîna xwe xitimandina di pirsgirêka kurd de pêk tê vekir û riya pêvajoya aştî û demokrasiyê vekir." Baydu, bertek nîşanî Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê ya rapora Roboskiyê qebûl kir da û anî ziman ku rapora hate amadekirin û hate qebûlkirin komkujiya duyemîn e. Baydu, da zanîn ku di navbera qatilên komkuji li dar xistin û kesên ev rapor erê kirin tu cudahî tuneye. Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.5

PEYAS

Li navçeya Peyasê ya Amedê jî bi heman armancê çalakiya heftgeya 161'an hate lidarxisdtin. Wekîlê Şaredarê Peyasê Mahmut Dag, Endamê MYK'ê yê ÎHD'ê Nihat Aksoy, Dayîkên Aştiyê û gelek kesên din tevlî çalakiyê bûn. Nûnerê Sendîkaya Genel-Îş'ê Mehmet Şah Sarikaya daxuyanî xwend û wiha got: "Divê hevalên me yên di girtîgehan de ji bo pêvajoya aştiyê bibe gaveke samîmiyetê divê demildest serbest bên berdan. Di Newroza Amedê de bi xwendina peyama Birêz Ocalan gelê kurd gava aştiyê avêt. Heke di vê pêvajoyê de bixwazin samîmî bin divê gavan bavêjin." Sarikaya jî bertek nîşanî qebûlkirina rapora Roboskiyê da û da zanîn ku bi vê raporê komkujî rewa nîşan dan. Endamê MYK'ê yê ÎHD'ê Nîhat Aksyo jî axaftinek kin kir. Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.

RIHA

Li navçeyên Wêranşar û Pirsusê jî çalakiyên pençşema reş ên bi heman armancê her hefte pêk tên hatin lidarxistin. Ligel wekîlên şaredaran, rêveberên BDP'ê, xebatkarên şaredariyan û gelek kesên din tevlî çalakiyan bûn. Di daxuyaniyên hatin dayîn de hatin diyarkirin ku divê hemû kes ji bo aştiyê bi baldar be.

WAN

Li Wanê ji bi heman armancê çalakî pêk hat. Hevserokên Rêxistina BDP'ê yên Wanê Fîgen Yaşar û Musa Îtah, Parlementerê BDP'ê Nazmî Gur, Wekîlê Şaredarê Wanê Sabrî Abî, Şaredara Sixkê Nezahat Erguneş, Dayîkên Aştiyê ÎHD, GOÇ-DER, TUYAD-DER, DÎSK, Genel-Îş, KESK, HDK û gelek kesên din tevlî çalakiyê bûn. Serokê Şaxa Tum Bel-Sen'ê yê Wanê Nîzamettîn Baglan daxuyanî xwend û diyar kir ku ew piştgiriyê didin banga aştiyê ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: "Ji bo pêvajo vegere pêvajoya aştiyê divê hemû kes kedê bide." Baglan, bang li hemû kesî kir ku tevlî rûniştina Şaredarê Wanê Bekîr Kaya ya dê sibê pêk bê." Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.

ERDÎŞ

Li bajaroka Eganisê ya navçeya Erdîşê ya Wanê jî bi heman armancê çalakiya pençşema reş pêk hat. Wekîlê Şaredarê Eganisê Nurullah Canpolat, rêveberên BDP'ê, nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî û gelek kes tevlî çalakiyê bûn. Di daxuyaniyê de pankata "Dest nede vîna min" hate vekirin. Piştî rêzgirtinê Rêveberê Rêxistina BDP'ê yê Eganisê Haydar Tenîk daxuyanî xwend û diyar kir ku ew piştgiriyê didin projeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: "PKK'ê di aştiyê de samîmiyeta xwe bi serbestberdana leşker, polîs û qeymeqam nîşan da. Lê heta niha Tirkiyeyê ji bo vê yekê tu gav neavêtin." Tenîk, anî ziman ku rûnşitina Şaredarê Wanê Bekîr Kaya dê sibê bê dîtin û wiha axivî: "Divê Tirkiye şaredar û siyasetmedarên me yên dîl girtin divê serbest berde."