Di çalakiyên 'Pêncşema Reş' de Şervan Muslim hat bîranîn
Di çalakiyên 'Pêncşema Reş' de Şervan Muslim hat bîranîn
Di çalakiyên 'Pêncşema Reş' de Şervan Muslim hat bîranîn
Di çalakiyên 'Pêncşema Reş' ên li Peyas, Dêrik û Wêranşarê de komploya 9'ê Cotmehê hat şermezarkirin û hat xwestin ku girtiyên siyasî serbest werin berdan. Di çalakiyan de kurê Hevserokê PYD'ê Salih Muslim Şervan Muslim ê di 9'ê Cotmehê de li Girê Spî di şer de jiyana xwe ji dest da, hat bîranîn.
PEYAS: Xebatkarên Şaredariya Peyasê ya Amedê, bi armanca serbestberdana Şaredarê xwe Zulkuf Karatekîn, Alîkarê Şaredar Sabahattîn Dînç û siyasetmedarên Kurd, cara 188'an çalakiya "Pêncşema Reş lidar xistin.
Nûnerê Sendîkaya Genel-Îşê Seyidxan Yakman di çalakiya li ber avahiya xizmetê ya Şaredariyê de axivî û bibîr xist ku Şaredarê wan Zulkuf Karatekîn, parlamenter, rojnamevan, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û siyasetmedarên Kurd ên piştgiriyeke xurt ji gelê Kurd girtine, ev 4 sal in girtîne.
Yakman xwest di biryara navberê ya doza KCK'ê de hevalên wan serbest bên berdan û ji ber rewşa xetimandî ya pêvajoya çareseriyê hişyarî da hikûmetê û got, "Pakêta di bin navê demokratîkbûyînê de hat aşkerakirin, pakêteke ku bersivê bide daxwazên Kurdan nîne. Eger bi rastî jî jiyaneke bi hev re ya gelan tê xwestin, divê li gorî vê gav bên avêtin."
Yakman têkoşîna gelê Rojava ya ji bo jiyaneke bi rûmet silav kir û got, "Ji ber ku kurê Hevserokê PYD'ê Salih Muslim jiyana xwe ji dest da, em ji malbatê re sersaxiyê dixwazin."
Piştî axaftinê protestoya "Pêncşema Reş" bi çalakiya 5 deqeyan a rûniştinê bi dawî bû.
DÊRIK: Li navçeya Mêrdîn Dêrikê, çalakiya "Pêncşema Reş" li ber avahiya xizmetê ya Şaredariyê pêk hat. Di çalakiyê de wêneyên Şaredara Dêrikê Çaglar Demîrel hat hilgirtin û pankarta bi nivîsa "Vîna me rûmeta me ye, rûmeta me sedema jiyana me ye" hat vekirin.
Endamê Sendîkaya Belediye-Îşê Mûrat Arslan li çapemeniyê peyivî û komploya 9'ê Cotmehê bibîr xist û got, "Di salvegera vê komploya herî mezin a li dijî gelê me de, em komplo û komplokeran şermezar dikin."
Arslan da xuyakirin ku di pêvajoya heyî de pêwistî bi têkoşîneke hevpar a li hemberî AKP'ê heye û got, "Naskirina mafên gelê Kurd, demokratîkbûyîna Tirkiyê û azadiya Birêz Ocalan bûye daxwazên bingehîn ên gelê me. Gelê me wê bi têkoşîna xwe re van mafan bi dest bixe." Protesto bi çalakiya rûniştinê ya 5 deqeyan bi dawî bû.
WÊRANŞAR: Li ber avahiya xizmetê ya navçeya Riha Wêranşarê, çalakiya "Pêncşema Reş" hat lidarxistin. Daxuyaniya vê hefteyê ji aliyê Hevserokê BDP'ê yê Wêranşarê Servet Kiliç ve hat dayîn û bal hat kişandin ser têkoşîna li Rojava. Kiliç got, "Lİ Rojava şerek tê meşandin. Duh (9'ê Cotmehê) kurê lîderê PYD'ê Salih Muslim Şervan Muslim di şer de jiyana xwe ji dest da. Di kesayetiya wî de em dibêjin bila rehma Xwedê li tevahiya şervanên li Rojava jiyana xwe ji dest dane be, bila serê gelê me sax be. Ew di têkoşîna xwe de bi tenê nînin."