‘Di desthilatdariya AKP’ê de komkujiyên li hember jinan zêde bûn’
‘Di desthilatdariya AKP’ê de komkujiyên li hember jinan zêde bûn’
‘Di desthilatdariya AKP’ê de komkujiyên li hember jinan zêde bûn’
Meclîsên Jinan a DBP’ê, têkildarî komkujiyên li dijî jinan got, “Yek ji sûcên mirovatiyê yên herî mezin jî li dijî jinan pêk tê. Di desthilatdariya AKP’ê de komkujiyên li dijî jinan zêde bûne û Tirkiye veguheriye goristaneke jinan.”
Meclîsên Jinan a Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) der barê komkujiyên li dijî jinan û karkeran, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Meclîsên Jinan anî ziman ku erdnîgariya lê dijîn şahidiyê ji komkujiyan û sûcên li hember mirovatiyê re dike û wiha dewam kir, “Desthilatdariya AKP’ê li şûna ji van komkujiyan û sûcan azad be, muxatabê yekemîn e. Desthilatdariya AKP’ê hevkariyê bi hêzên dagirker ên modernîteya kapîtalîst re dike û piştevanê herî mezin ê çeteyên mirinê DAIŞ e.”
Meclîsên Jinan a DBP’ê anî ziman ku desthilatdariya AKP’ê bi polîtîkayên dişopîne bi hevkariya komkujiyên li Rojhilata Navîn xwe têr nabîne û dibe sedem ku her roj li welêt komkujiyeke nû rû bide. Meclîsên jinan got, “Bi taybet komkujiyên di hefteyeke dawî de rû dane polîtîkaya hikûmeta AKP’ê nîşan dide.”
Meclîsên Jinan bal kişandin ser komkujiya kar a li Mecîdiyekoy 10 karkeran jiyana xwe ji dest da û got ku di hefteyekê de 18 karkeran jiyana xwe ji dest daye û yekemîn berpirsiyar AKP ye.
Meclîsa Jinan têkildarî qetilkirina ciwanê Kurd Mahîr Çetîn ê li navçeya Kaş a Antalya ji aliyê komeke nîjadperest ve û got ku para hikûmeta AKP’ê ya di her firsendê de nîjadperestiyê teşwîq dike mezin e.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku yek ji sûcên li dijî mirovatiyê li hember jinan pêk tê û wiha hat gotin, “Di desthilatdariya AKP’ê de komkujiyên li dijî jinan zêde bûne û Tirkiye veguheriye goistanên jinan. Cenazeyên jinên ji bo xwe bikujin zor li wan tê kirin hê li erdê ne her roj komkujiyeke nû ya jinan pêk tê.”
Meclîsên jinan wiha dewam kir, “Em ê bibin şopdarên doza 10 karkerên kapîtalîzma hov ew qetil kirin, Mahîr Çetîn ê ji aliyê koma nîjadperest ve hat qetilkirin û jinên rastî komkujiyan tên.”