Di doza Baglarê ya 'KCK'ê de parêzeran rûniştin terikandin

Di doza Baglarê ya 'KCK'ê de parêzeran rûniştin terikandin

Di doza "KCK Baglar"ê de parêzeran nerazîbûn nîşanî mutalaa dozgeriyê dan û salona rûniştina dozê terikandin. Rûniştina dozê ji bo demeke pêş paşve hat xistin.

22. rûniştina doza "KCK Baglar" a ku 30 jê girtî 95 siyasetmedarên Kurd lê tên darizandin, li 5. Dadgeha Cezayên Giran a Amedê destpê kir.

Ji ber tengbûna cih, doz li salona 6. Dadgeha Cezayên Giran a Amedê dewam kir û 21 siyasetmedarên girtî, 4 yên serbest û parêzerên berevan amade bûn. Xizmên gelek siyasetmedaran jî rûniştina dozê şopandin. Dozgeriya Komarê mutalaa xwe pêşkêş kir û xwest rewşa ragirtinê ya siyasetmedarên girtî ji ber sûcên katalog ên di xala 100/3 ya CMK de cih digirin, dewam bike.

Parêzerên berevan li dijî mutalaayê derketin û li ser navê parêzeran Ferîde Laçîn peyivî. Laçîn got, "Li gorî biryarên DMME û Dadgeha Destûra Bingehîn ên li ser dema dirêj a ragirtinê, divê tehliye bên kirin. Bi van girtinan re hem siyasetmedarên girtî hem jî malbatên wan tên mexdûrkirin. Emê di vê rûniştinê de parastinê nekin. Di her rûniştinê de biryara li ser dewamiya ragirtinê tê dayîn. Sedema vê jî nayê aşkerakirin. Maf ji me re nayê dayîn ku em pirsê ji şahidên nepenî bipirsin. Hin derdor ji vî karî rantê bi dest dixe. Em li vê derê beriya her tiştî hiqûqê dixwazin. Û dixwazin hemû siyasetmedarên girtî bên berdan."

Li dû vê axaftina Laçîn parêzeran salona rûniştinê terikandin. Li ser vê yekê heyeta dadgehê navebreke kurt da û biryar da ku rewşa ragirtinê dewam bike û doz ji bo roja 12'ê Adara 2014'an paşve xist.