Di Doza Esasî ya 'KCK' a Stenbolê de tercumanan pere nexwestin

Di Doza Esasî ya 'KCK' a Stenbolê de tercumanan pere nexwestin

6'emîn rûniştina Doza Esasî ya "KCK"ê ya Stenbolê berdewam dike. Di rûniştinê de yek ji hîndekarên Akademiya Siyasetê ya BDP'ê Kemal Seven got ku dema parastina xwe bike wê pereyê tercûman nede û ji ber vê jî eger tercûmanên ji aliyê Komîsyona Edaletê hatiye tayînkirin pereyan bixwazin wê qebûl neke. Dema tercûmanan diyar kirin ku ew ê bê pere û jidil tercûmaniyê bikin, heyeta dadgehê biryara xwe ya navber da û li ser mijara ku tercûman heqê tercûmantiyê naxwazin li ber çavan girtin û daxwaza Seven qebûl kirin. 

6'emîn Doza Esasî ya KCK'ê ya Stenbolê ku 97 jê girtî, 205 siyasetmedarên kurd û aktîvîstên mafê mirovan tên darizandin, di roja sêyemîn de berdewam dike. Doz li Dadgeha 15'emîn a Cezayê Giran a Stenbolê ya li beramberî Girtîgeha Sîlîvrî ye berdewam dike. Di roja sêyemîn de rûniştina 6'emîn bi parastina siyasetmedarê kurd Huseyîn Bariş destpê kir. 90 jê girtî, û sê kesên ku di nav wan de Weşanger Ragip Zarakolu jî hebû û bi awayekî negirtî tên darizandin jî ku amade bûn, xizmên girtiyan jî ji bo şopandina dozê li salonê cihên xwe girtin. 
Piştî pêşkêşkirina delîlên girêdayî îkameyê parêzêr Ruşen Mahmutoglu, mafê axaftinê wergirt û anî ziman ku girtiyan di navbera xwe de lîsteyeke parastinê amade kirine û xwest li gorî wê mafê gotinê bidin girtiyan. Lê belê ev daxwaz ji aliyê dadgehê ve hat redkirin û heyeta dadgehê li gorî navên ku îdîanameyê de hatine rêzkirin dest bi xwendina navan kir. Dema navê yek ji hîndekarên Akademiya Siyasetê ya BDP'ê Kemal Seven hat xwendin Seven bi kurdî got,"Ez amade me". 

Seven dema mafê parastinê wergirt, di destpêka axaftina xwe de got ku ew dixwaze balê bikişîne ser mijarekê, ev zimanê dayikê ye û anî ziman ku zimanê dayikê pîroz e û mirov nikare di berdêla pereyan de bi kar bîne û wiha berdewam kir: "Eger tercûmanên ji aliyê Komîsyona Edaletê ve hatine tayînkirin pere bixwazin, ez naxwazim parastina xwe bikim. Li ser vê yekê parêzer Sînan Zîncîr mafê axaftinê wergirt û diyar kir ku ew tevlî muwekîlê xwe dibe û pêwîst e mesrefên tercûmanan ji aliyê dewletê ve bên dayîn. Zîncîr di dewama axaftina xwe de got, "Eger heyeta dadgehê biryareke berevajî bide, tercûman amade ne, jidil tercûmantiyê bikin. Em daxwaz dikin bi vî awayî be." Serokê Heyeta Dadgehê Alî Alçik, li ser vê yekê ji tercûmanan pirs kir ku wê bêpere tercûmantiyê bikin an na. Tercûman Sebahattîn Havlî jî got, "Ez mirovekî demokrat im û ji azadiyên huqûqê bawer im. Ez mexdûriyet û girtibûyîna wan a demdirêj li ber çavan digirim û ji bo niha ez pereyan naxwazim." Tercûmana bi navê Neşîde Adanir jî diyar kir ku ew jî daxwaza pereyan nake. Dozger Îsmaîl Işik xwest daxwaz bê redkirin û heyeta dadgehê ji bo nirxandina daxwazê navber da. Piştî navberê heyeta dadgehê biryara navber da û li ser xwesteka tercûmanan a pereyan naxwazin daxwaza Seven qebûl kir. 
Piştî biryarê Seven, parastina xwe bi kurdî kir. Rûniştina dozê bi parastina Seven berdewam dike.