Di doza ‘KCK’a Geverê’ de 7 tahliye
Di doza ‘KCK’a Geverê’ de 7 tahliye
Di doza ‘KCK’a Geverê’ de 7 tahliye
Di operasyona 12’ê Çileya 2012’an ya di bin navê “KCK’ê” de li Geverê pêkhat û di nav de Şaredarê Bajarokê Bajargehê Xurşît Alptekîn jî heyî 7 kes hatin tahliye kirin.
Piştî operasyona 12’ê Çileya 2012’an li navçeya Gever ya Colemêrgê di bin navê “KCK’ê” de pêkhat û 7 jê girtî 30 kes dihatin darezandin, li 4’mîn Dadgeha Cezayê Giran pêkhat. Xizmên girtiyan û parêzer tevlî rûniştinê bûn. Di rûniştinê de bersûcan birêya werger parastin bikurdî kirin, parêzerên bersûcan jî tahliyeya muwekîlên xwe xwestin. Heyeta dadgehê beşek mezin komkirina delîlan û demê di girtîgehê de mayîn li berçavan girtin û Şaredarê Bajarokê Bajargehê Xurşît Alptekîn, endamên BDP’ê Siracedîn Firat, Mehmet Çapraz, Abdurehman Gemîcîoglû, Sebrî Tumen, Arif Karay û Cemîl Bor hatin berdan.