Di doza KCK’ê de Fîzîka Kuantumê sûc hat dîtin

Di doza KCK’ê de Fîzîka Kuantumê sûc hat dîtin

2'emîn civîna rûniştina doza KCK'ê ya Wanê ku 15 jê girtî 16 siyasetmedarên kurd tên darizandin îro jî berdewam kir. Di rûniştina îro de delîlên der barê Hîndekara Mala Piştgiriyê ya Şaredariyê Meral Gungor de hatin xwendin. Di delilan de fîzîka kuantumê jî wekî sûcê rêxistinî hat dîtin. Gungor, diyar kir ku wê beşa fîzîkê xelas kiriye û ji ber vê yekê li ser fîzîkê dersê dide û wiha got: "Ger ku wisa be, ma divê mamosteyên ku li zanîngehê ders dan wê jî wekî sûcdar bên dîtin?"

Li Wanê di 26'ê Mijdara 2012'an de di çarçoveya li dijî "KCK"ê nêzî 16 siyasetmedar hatin binçavkirin û ji wan 15 kes bi awayekî girtî tên darizandin. 2'emîn civîna 1'emîn rûniştina doza KCK'ê ya Wanê ku 15 jê girtî 16 siyasetmedarên kurd tên darizandin îro jî li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê berhdewam kir.

Di rûniştinê de Parlamenterê BDP'ê yê Wanê Ozdal Uçer, Şaredarê Wanê Bekir Kaya, rêveberên BDP'ê û xizmên girtiyan amade bûn. Di rûniştina îro ya piştî nîvro de delîlên der barê Mamosteya Fizîkê û Hîndekara Mala Piştgiriyê ya Şaredariyê Meral Gungor de hatin xwendin. Di delilan de fîzîka kuantumê jî wekî sûcê rêxistinî hat dîtin. Gungor, diyar kir ku wê beşa fîzîkê xelas kiriye û ji ber vê yekê li ser fîzîkê dersê dide û wiha got: "Ger ku wisa be, ma divê mamosteyên ku li zanîngehê ders dan wê jî wekî sûcdar bên dîtin?" Gungor, da zanîn ku bi vê îdîanameyê dixwazin Mala Piştgiriya Perwerdehiyê îlegal bidin nîşandan. Gungor, destnîşan kir ku ne diyar e ku polîsan ango dozger îdîaname amade kiriye û hemû delînên der barê xwe re red kir. Gungor, da zanîn ku dersa kuantumê ku li Akademiya Siyasetê ya BDP'ê daye wekî delîla sûc tê nîşandan û ev yek li dijî hiqûq û mafê jiyanêye.

Parêzerê Gungor Prz. Bariş Gungor jî anî ziman ku ev operasyon berdewama operasyonên li dijî şaredar û parlamenterên BDP'ê yên Wanê ye û ev doz siyasî ye. Bariş xwest hemû muwekilê wan serbest bên berdan.

Gungor, da zanîn ku ji mer muwekila wê li akademiyan dersa kuantumê dide tê tawanbarsirin, lê li akademiyên AKP'ê jî dersên siyasetê tên dayîn. Heyeta dadgehê piştî li parastina parêzeran guhdar kir, navber da rûniştina dozê. Rûniştina dozê dê sibê jî berdewam bike.