Di doza KCK'ê de ji bo kurdî werger hat peywirdar kirin

Di doza KCK'ê de ji bo kurdî werger hat peywirdar kirin

Di rûniştina doza KCK'ê ya sereke ya Amedê de daxwaza parastin bi kurdî ya Wekîlê Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Alî Şîmşek ji aliyê dadegehê ve hat qebûlkirin.

Rûniştina doza sereke ya "KCK'ê" ya Amedê ya 108 kes jê girtî ya 175 siyasetmedarên Kurd li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran ya Amedê destpê kir. Di rûniştinê de 29 kesên girtî amadebûn. Piştî tesbîta nasnameyan rûniştinê destpê kir. Di rûniştinê de Wekîlê Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Alî Şîmşek daxwaza parastina bi kurdî kir. Heyeta dadgehê daxwaza Şîmşek qebûl kir û ji bo tercuman peywirdar bikin navber da rûniştinê. Hate hînbûn ku tercuman dê ji aliyê parêzeran ve bê amadekirin.