Di doza KCK’ê de şerhê balkêş

Di doza KCK’ê de şerhê balkêş

Di danişîna doza sereke ya doza KCK’ê ya Stenbolê de, heyeta Dadgeha Cezaya Giran a 15’emîn cenderme berdabûn ser parêzeran û girtiyên li dadgehê bû ji salonê derxist. Der barê heyetê de HSYK’ê ev gilîkirin nekir girtekan. Lê du endamên HSYK’ê şerh danîn ser biryarê û der barê heyeta dadgehê de got mafê parastinê binpêkirine û got divê der barê heyetê de lêpirsîn bê destpêkirin.

Di danişînê de ku di 1’ê cotmeha 2012’an de pêk hat de axaftina siyasetmedarên kurd Arslan Îşçîoglu hat girtin û  serokê dadgehê Alî Alçik bi îdiaya ku ‘Propaganda kiriye’ mîkrofon girt.

Parêzer Ercan Kanal bertek nîşanda û diyar kir ku parastina gumanbar nayê girtin.  li dijî Alî Alçik bertek zêde bûn. 
Danişîn navber hat dayîn û piştî navberê temaşevan negirtin salonê.
Serokê Dadgehê Alî Alçik daxwaz kir ku temaşevan nekevin hundir û Ercan Kanar ji salonê bê derxistin. Li dijî vê heyeta daxwaza parêzeran negirt pêş çavan, salon terk kirin.

HSKY GILÎKIRIN NEKIR GIRTEKAN

Piştî bûyerê parêzerên parstinê, ji bo gilîkirinê Lijneya Bilind a Dozger û Dadgrean (HSYK) dan û der barê serokê dadgehê Alî Alçik û dadgerên endam Kazim Kahyaoglu û Alpaslan Uzun gilîkirin. Lê HSYK’ê bê hincet gilîkirin nekir meriyetê.

Derket holê ku du endamên HSYK’ê ji bo ku der barê heyeta de ji bo ku nekeve meriyetê şerh daniye.