Di doza KCK'ê ya Mêrdîn de bi kurdî û erebî bersiv hat dayîn
Di doza KCK'ê ya Mêrdîn de bi kurdî û erebî bersiv hat dayîn
Di doza KCK'ê ya Mêrdîn de bi kurdî û erebî bersiv hat dayîn
2'emîn rûniştina doza 18 jê girtî 49 siyasetmedarên kurd a Mêrdîne ku di bin navê KCK’ê de pêk hat, serê sibê dest pê kir û didome. Rûniştina dozê di bin tedbîrên polîsan de dest pê kir. Doza KCK'ê ya Mêrdînê ku 18 jê girtî 49 siyasetmedarên kurt tên darizandin li 8'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê serê sibê dest pê kir. Di rûniştina îro de 18 girtî û 13 kes serbest bi tevahî 30 kes tevli rûniştinê bûn. Di 18'ê Cotmeha 2011'an de li dijî siyasetmedarên kurd ên Mêrdînê operasyon pêk hatibû. Di operasyonê de 18 kes hatibûn girtin û der barê 49 kesên hatibûn binçavkirin de doz hatibû vekirin. Hevserokê BDP'ê yê Mêrdînê Tarik Acar, Serokê BDP'ê yê berê Cemal Veske û Alî Aslan, Rêveberê BDP'a berê Hamza Vurgun, endamê BDP'ê Orhan Ablak, Gulten Yildiz, Ahmet Temel, Serokê Şaxa Egîtîm Senê yê berê Dogan Angay, Endamê Egitim Senê Seyfettîn Yavuz, Rêveberê ÎHD'a Mêrdînê Veysî Parilti, Endamê Meclîsa Şaredariya Qoserê Osman Akkoyun, Hamît Turan, Adîl Başaran, endamên Meclîsa Giştî ya Bajar M. Tahir Adal jî di navde 18 kes girtî 49 kes bi îdiaya "Endamên PKK-Kongra-Gel in", "Çalakiyên derzagonî organîze kirine" û "li ser navê rêxistinê sûc kirine" tên darizandin. Di rûniştina dozê de hemû siyasetmedarên girtî û 7 siyasetmedarên serbest hatin darizandin. Rûniştin bi xwendina îdianameyan berdewam dike.
BI BELGEYAN DELÎL PUÇ KIRIN
Li gel girtiyan û malbatên wan, parêzerên girtiyan û Parlamentera BPD'ê ya Amedê Nursel Aydogan jî tevli dozê bû. Girtiyan piştî xwendina nasnameyan pirsên dadger bi kurdî û erebî bersivandin. Siyasetmedar Mehmet Nezîr Akaalp bi erebî pirsên dadger bersivandin. Parêzeran xwest ji bo parastinê tercûmanê bi kurdî û erebî bê temînkirin, lê heyetê ev daxwaza parêzeran red kir. Parêzerê Serokê Şaxa Egîtîm Senê Dogan Angay û parêzerê endamê Egîtîm Senê Seyfettin Yavuz, diyar kir ku îdiayên şahidên nepen ên der barê muekilê wî de nakok in û rastiyê îfade nakin. Parezer, anî ziman ku dijberî îdiayê Doğan Angay di dîroka ku behsa wê tê kirin li Îzmîrê ye û belgeya vê yekê jî heye.
BIRYAR DI 2007'AN DE LI DYA'YÊ HAT DAYÎN
Prz. Fethî Gumuş jî anî ziman ku ew hemû siyasetmedarên kurd ên tên darizandin tevan nas dike û wiha got: "Ji ber ku min di meclîsa DTP'ê de cih digirt ez gelek caran çûm Mêrdînê. Kesên ku niha tên darizandin wê demê rêveber û endamên DTP'ê bûn. Kesên niha tên darizandin ji ber ku xebatên siyasî yên qada legal meşandin tên darizandin. Biryara operayonên KCK'ê di 5'ê Mijdara 2007'an de li DYA'ê hatin girtin. Doz li gorî hêjmara 2007/966'an hatiye destpêkirin Divê ev yek wisa bê nirxandin û fêmkirin.”
Rûniştina dozê bi parastina parêzeran berdewam dike.